Başaran: Em dipên ku hikûmet bi lez têkildarî Îmraliyê daxuyaniyê bide 2020-02-27 13:50:11 ENQERE – Parlamentera HDP'ê Ayşe Acar Başaran, têkildarî agirê ku li Îmraliyê rû da li Navenda Giştî ya HDP'e daxuyanî da û got: "Em dipên ku hikûmet di demek pir nêzîk de daxuyaniyeke cîddî bide."  Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Acar Başaran, têkildarî agirê ku li Îmraliyê rû da û rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Navenda Giştî ya HDP'ê daxuyanî da çapemeniyê.    Başaran, bal kişand ser hasasiyeta gelê Kurd a li hemberî Ocalan û xwest bi lez û bez heyetek HDP'ê biçe Îmraliyê û li wir lêkolîn bike. Başaran, anî ziman ku çend saet berê di çapemeniyê de hat gotin ku li Îmraliyê şewat derketiye û wiha got: "Têkildarî mijarê Wezîrê Karên Hundir daxuyaniyek li dervê cîdîyetê da. Birêz Ocalan 22 salin di bin tecrîda giran de tê girtin. Hevdîtina parêzer, malbat û heyetê bi her awayî tê qedexekirin û astang dikin. Birêz Ocalan di bin tecrîda giran de tê girtin. Dem bi dem bi Birêz Ocalan re hevdîtin hatin kirin. Herî dawî parêzer û malbat di Tebaxa 2019'an de çûn Îmraliyê. Destûr nadin ku bi civakê û nûnerên rêxistinî re temasê çêke."    Başaran, anî ziman ku tê gotin îro li Îmraliyê şewatê rû daye û wiha bi dawî kir: "Li gel vê yekê Wezire Karên Hundir di bernameyekê de wekî ku Bi hezaran kes ji bo Birêz Ocalan neketine grevê, weke ku dewlet bi Ocalan re hevdîtin nekiriye, daxuyanî da. Pişti vê daxuyaniyê bi hezaran mirovan xwestin xwe bigînin me û partiya me. Xwestin ve rastiyê ronî bikin. Di şertên asayî de malbat û girtî bi hevre hevdîtin dikin. Lê vê meseleya ku hemû gelê Kurd eheqeder dike, wekî meseleyek sivik digirin dest. Em carek din hişyar dikin. Ev mesele dikare di nava civakê de înfialê ava bike. Em dixwazin bi lez û bez hikûmet têkildarî mijarê daxuyaniyek cîddî bidin."