Komîsera Bilind a NY: Tirkiye bi TMK’ê muxalîfan bêdeng dike 2020-02-27 13:49:34 CENEVRE – Komîsera Bilind a Mafê Mirovan a NY’ê Mîchelle Bachelet, diyar kir ku binpêkirinên mafên mirovan li Tirkiyeyê bi fikarin û got: “Tirkiye TCK’a yê  ji bo bêdengkirina muxalîfan bi kar tîne û girtina karsaz Osman Kavala encam vê yekê ye.”    Civîna 43’emîn a Konseya Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) a li Ofîsa Cenevre ya li Îsvîçreyê dest pê kir, dewam dike.   Di roja 3’yemîn a rûniştina civînê de, wê karneya mafê mirovan a welatan bê dest girtin. Komîsera Bilind a Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî Mîchelle Bachelet, axaftina vekirinê kir û got: “Binpêkirinên mafên mirovan ên tên jiyîn, bi fikarin.” Bachelet, binpêkirinên mafên mirovan ên li Tirkiyeyê, Iraqê, Îranê, Sûriyeyê, Sûudî Erebîstan, Şîlî, Bolîvya, û 34 welatên endamên DYA û Yekitiya Ewropayê (YE) tên jiyên yek bi yek nirxandin û banga rêzdayîn mafên mirovan li van welatan kir.    SÛRIYE Û IRAQ   Bachelet, da zanîn ku rejîma Sûriyay û bi awayekê sergirtî Rûsya herêmên sîvîlan bombeberan dikin û wiha axivî: Li herêmên Idlipi Hama û Helebê, di bomberananên hatin kirin de herî kêm 100 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û bi sedhezaran mirov birîndar bûn.    Bachelet, polîtîkayên koçberan ên Ewropa û DYA’yê bi zimanek tund rexne kir û wiha got: “Divê ev welatên mijara gotinêne dawî li polîtîkayên xwe yên cihêkar bînin.”    TIRKIYE    Bachelet, di axaftina xwe bi awayekê berfireh bal kişand ser polîtîkayên Tirkiyeyê. Bachelet, bal kişand ser girtin karsaz Osman Kavala û rewşa 11 parazvanên mafên mirovan ên hatinegirtin.    Bachelet, dest nîşan kir ku Tirkiye Qanûna Têkoşîna bi Terorê (TMK), ji bo bêdengkirina mûxalîfan bi kar tîne û wiha got: “Rojnameger, parazvanên mafên mirovan û siyasetmedarên mûxalîf an tên girtin, an jî tên darizandin. Dibin navê têkoşîna bi terorê re, kesên ku hikumetê rexen dikin tên bêdengklirin. Berî her tiştî divê ev pêkanîn ji rolê rabin û di warê mafê mirovan de pêşketin çêbe.”