Qaymeqamıya Ceyhanê bi hinceta vîrusa koronayê şahiya jinan asteng kir 2020-02-27 13:20:01   EDENE - Qaymeqamiyê Ceyhanê, bi hinceta vîrusa koronayê ku bi awayekî fermî li Tirkiyeyê neyatiye tespîtkirin, serlêdana jinan a ji bo şahiya 8'ê Adarê red kir.    Rêxistina HDP'ê ya Navçeya Ceyhanê ya Edeneyê, ji bo ku di 6'ê Adarê de 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bi şahiyek pîroz bike, serî li Qaymeqamiyê Ceyhanê da. Qaymeqamiyê, serlêdana ji bo şahiya 8'ê Adarê bi hinceta vîrusa koronayê ku bi awayekî fermî li Tirkiyeyê neyatiye tespîtkirin, red kir.    Hevseroka HDP'ê ya Navçeya Ceyhanê Delal Mamûk, bertek nîşanî biryara qaymeqaiyê da. Mamûk diyar kir ku biryar bi kêfî hatiye girtin û di pêkanîna şahiyê de bi biryar in. Mamûk, daxuyaniyên rayedaran ên têkidlarî vîrusa koronayê jî bi bîr xist û ev tişt got: "Heke li welat nexweşiya şewbê heye, bila ev biryar li her dera welat bê pêkanîn, ne tenê li dijî me. Dema ku AKP li Îzmîrê li qada mitîngê bi hezaran kesî li hev kom kir, nexweşiya şewbê tunebû, çima niha heye?"