Meclîsa Jinan a HDP'ê bernameya xwe ya 8'ê Adarê diyar kir 2020-02-27 13:02:35 ENQERE - Meclîsa Jinan a HDP'ê bernameya xwe ya 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê diyar kir. Meclîsa jinan wê bi dirûşmeya "Em jin di azadiyê de bi  israrin, di têkoşînê de bi biryarin" li bajarên herêm û Tirkiyeyê çalakiyên cur bi cur li dar bixe. Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê bernameya xwe ya bajarên herêm û Tirkiyeyê aşkere kir. Jin wê bi dirûşmeya "Em jin di azadiyê de bi israrin, di têkoşînê de bi biryarin" li gelek bajarên herêmê û Tirkiyeyê çalakî û şahiyên cur bi cur li dar bixe. HDP, di heman demê de wê roja Yekşemê bi Meclîsa Partiyê yên jin re kom bibe. Di civînê de wê koordînasyona Meclîsa Jinan û Berdevka Meclîsa Jinan bên diyar kirin. Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê ya bê diyar kirin, roja 2'yê Adarê û 8'ê Adarê civînên çapemeniyê li dar bixe.    Meclîsa Jinan a HDP'ê wê li bajarên herêmê bi Tevgera Jinên Azad (TJA) re çalakiyan li dar bixe û li bajarên Tirkiyeyê jî bi platformên jinan ên herêmî re tevbigerin.   Bernameya Meclîsa Jinan a HDP’ê ya 8'ê Adarê ya bajar bi bajar wiha ye: "   DERSÎM   27'ê Sibatê bi pêşengiya Platforma Jinan a Dersimê wê pîrozbahyên 8'ê Adarê dest pê bike.    AMED    28'ê Adarê wê kartan ji bo jinên girtî werin şandin, 1'ê Adarê bi tevlêbûna hevşaredaran panêleke li ser zayendiya civakî were amadekirin, li navçeyên Amedê Erxenî, Farqîn, Hênê, Bislim, Kayapinar, Yenîşehîr û Sûrê wê bi broşûr werin belavkirin û jinan vexwînin mîtîngê.    4'ê Adarê li gundê Yukari Turali ya  Hênê qerefîl werin belavkirin û dema taştê jin wê werin cem hev.  8'ê Adarê li Meydana Stesyonê bi tevlêbûna Hevseroka HDP'ê Pervîn Buldan, Hevsesroka DBP'ê Salîha Aydenîz û Berdevka TJA'yê Ayşe Gokkan wê mîtîngek were lidarxistin.    MÊRDÎN    Starta 8'ê Adarê ya li Mêrdînê 28'ê Sibatê wê i Nisêbînê dest pê bike, jin wê kartan ji bo jinên girtî bişînin, 3'ê Adarê jin wê serdana xebatkarên jin ên tekstîlê bikin, li Stewrê wê şahiyek were lidarxistin, tevahiya heftiya 8'ê Adarê li navçeyên Artûklû, Qoser û Mehsertê jin werin cem hev. 8'ê Adarê li Qoserê bi tevlêbûna wekîl Pero Dundar wê jin werin cem hev.    STENBOL   29'ê Sibatê li Kartalê wê atolyeya xweparastinê were lidarxistin, 1'ê Adarê bi erbeneyê wê meşek were kirin û belavok werin belavkirin, 2'yê Adarê li Çekmekoyê piştî taştê jin wê belavokan belav kirin û kartan ji jinên girtî re bişînin, 6'ê Adarê li taxa Nîsanca a Fatîhê wê meşeke bi erebenayê were kirin,  7'ê Adarê li ser Kolana Marmarayê ya li herêma 3'yan a Stenbolê wê çalakiya zincîrî were çêkirin, 8'ê Adarê bi tevlêbûna wekîla HDP'ê Zuleyha Gulum, piştî pevgihîna jinan a li Îskeleya Kadikoyê, bi şev tevlî meşa bi şev a Taksîmê bibin.   IZMÎR   5'ê Adarê li Îzmîr Alîagayê jin wê werin cem hev, li ser dîroka 8'ê Adarê gotebêjî were kirin, 7'ê Adarê jin li navçeya Bayrakli wê werin cem hev, li navçeya  Karabag wê dema taştê werin cem hev û serdana gorên wan jinan bikin ku di teqîna Garê ya Enqerê de jiyana xwe ji dest dan. 8'ê Adarê li navçeya Torbaliyê wê qerefîl werin belavkirin, bi tevlêbûna wekîla bajêr Serpîl Kemalbay panêlek li ser keda jinê were dayin.   ENQERE   8ê Adarê bi hevkariya Platforma Jinan a Enqerê wê mîtîngek were çêkirin. Wê tevlî Meşa Şevê ya Femînîst bini ku 8'ê Adarê li Enqerê wê pêk were.   Her wiha tevahiya heftiya 8'ê Adarê, bi çarçoweya pîrozbahiyên 8'ê Adarê li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê wê jin werin cem hev, bi meş û mîtîng, bi belavkirina qerefîlan, şandina kartan a ji bo jinên li girtîgehan, bi panêlên li ser ked û têkoşîna jinê wê çalakiyan bikin.   Bi vê çarçoweyê li bajarên Bakur, li  Sêrtê, Şirnexê, Riha, Meletî, Semsûr, Dîlok, Êlihê, Colemêrg, Mûş, Wan, Îdir, Agirî, Bedlîs, Qersê tevahiya heftiya wê 8'ê Adarê bi bernameyên cuda were pîrozkirin.   Li bajarên Tirkiyê, li gel Stenbol, Enqer û Izmîrê, li bajarên wekî Mêrsîn, Edene, Osmaniye, Hatay, Yalova, Bursa, Tekîrdag, Entalya, Denîzlî, Aydin, Mugla, Manîsa, Konya, Eskîşehîrê jî wê 8'ê Adarê were pîrozkirin.