5 roj borîn lê hêj alîkarî negihiştiye mexdûrên erdhejê 2020-02-27 12:16:53 WAN - Di ser erdheja ku di 23'ê Sibatê de li bajarê Xoyê pêk hat û li navçeya Elbaka Wanê 9 kesan jiyana xwe ji dest dan re 5 roj derbas bûn. Tevî 5 roj borîn jî hêj alîkarî negihiştiye destê mexdûrên erdhejê. Hêj ji bo stara mirov û sewalan çadir û konteynir nehatine avakirin û mirov û sewal ji serma diqefilin. iktidarın    Li bajarê Xoyê yê Rojhilat di 23'ê Sibatê de erdheja hêza wê 5.9 pêl pêk hatibûn. Di erdhejê de li navçeyên Elbak, Serav û Payizava bi dehan gund xera bûn. Li Gundê Elbisê 8, li Gundê Elezeyê 1, li Gundê Qîratiyê jî 1 bi giştî 10 kesan jiyana xwe ji dest dabûn. Li 5 gundên Elbakê nêzî 400 xanî û bi sedan gov xera bûn. Di roja ewil de ji ber berf zêde bariya bûn rêyên gundan hatibûn girtin. Sewalên xanî bi ser wan de xera bûn ji serma mirar bûn. Gundiyan bi derfetên xwe hewl da sewalên xwe ji bin kavilên xanî û goman rizgar bikin. Piştî bi saetan wext derbas bû, gundiyên din bi hawarê çûn û alîkarî dan mexdûrên erdhejê. Mirovên di bin kavilên erdhejê de birîndar bûn piştî çend saet şûnde gihiştin nexweşxaneyê. Ji ber Masa Qrîzê nehat avakirin welatiyan zerarek mezin dît.    GELEK GUND HATIN JI BÎRKIRIN   Li gel 5 roj di ser erdhejê re derbas bûn jî hêj bi sedan sewal di bin kavilên xanî û koman de ne û nehatine xelaskirin. Saziyên Kizilay û AFAD'ê ku rojek şûnde çûn hawarê gundan, sînorê Gundê Elbisê derbas nekirin. Rayedarên dewletê ewil çûn Gundê Elbisê ku 8 kesan lê jiyana xwe ji dest dabûn û tenê li wir mudaxael kir. Lê gundên din hatin ji bîr kirin. Rayedarên hikûmet û dewletê gundên Elezeyê û Gundê Qiratiyê terkî qedera wan kirin. Rayetar tenê ji bo gundê Elbisê seferber bûn. Heta 2 rojan jî alîkariya kon û alîkariyên din negîhişt gundên din.    BI HEZARAN SEWAL DI BIN KAVILAN DE MIRAR BÛN    Di roja duyemîn de hêj nû alîkariya xwarin û pêdiviyên jiyanî gihişt gundiyan. Ji ber ku gelek mal û kom xera bûn, çatirên ji bo alîkariyê hatin belavkirin, têra welatiyan û sewalên gundiyan nekir. Ji ber çatirên hatin belavkirin têra welatiyan nekir, welatiyên ku ew û sewalên xwe bi hevre li derve man serî hildan û nerazîbûnên xwe anîn ziman. Bi hezaran sewal di bin kavilan de mirar bûn. Ji ber çadir ji bo sewalan nehat vedan û xanî nehatin avakirin bi sedan seal jî liderve man. Bi sedan kar û berxên biçûk ji serma mirar bûn. Bi sedan berx û kar jî ji birçîna mirar bûn. Piştî 3 roj derbas bûn çadir hat belavkirin û welatiyan ji bo xwe û sewalên xwe çadir vedan. 5 roj derbas bû, lê hêj tespîta xizarê nehatiye kirin. Bi taybetî gundiyên Qaşqol û Xanîkê 2 şevê ewil li derve li ber sir û seqema zêde derbas kirin. Li van gundan ji bo mirovan û sewalan bi qasî tê xwestin çadir nehatin belav kirin û nehatin vedan.    Dîsa ava paqij kêm e. Welatî nikarin pêdiviyên xwe yên tuwalet, şuştun û paqijiyê bibersivînin. Ji ber sewalên di bin xaniyan de nayên derxistin, ji niha de bêhna genî belav dibe. Xizmetkarên tenduristiyê jî diyar kirin ku ger alîkarî neyê kirin û berate neyên derxistin, dê nexweşî belav bibin. 5 roj derbas bûn. lê hêj têra sewalan çadir nehatine belavkirin û sewal li derve li ber sir û seqemê tên rawestandin. Dîsa ji ber êmê sewalan jî di bin berf û xirabeyan de maye, nikarin êmê pêzê xwe bidin wan û pezê wan birçî ye.    Li ge 5 roj derbas bûye jî hêj alîkariya ku HDP dişîne ji aliyê rayedaran ve tê astengkirin. Nûnerên hikûmet û dewletê alîkariya HDP'ê ku ji gundiyan re dişîne û cudakariyê dike. Alîkariya Kizilay û AFAD'ê jî pir hintik û bi sînor tê belavkirin.