Li gundê Qiratî ya erdhej lê pêk hat heywan ji serma dimirin 2020-02-27 12:05:23 WAN - Li gundê Qiratî ya Elbakê ya erdhej lê pêk hat, heywan ji serma yek bi yek dimirin. Termên heywanên ku dibin xirbeyan de mayîn hêdî hêdî bêhn didin. Erdhejzede li benda  çareseriyê ne.  Ji ber erdheja bi pîleya 5.9 a di 23’yê Sibatê de li bajarê Xoy ê Îranê pêk hat, li gundê Qîratê yê navçeya Elbakê ya Wanê hemû mal û axurên gund hilweşiyan. Bi ser erdhejê re 5 roj derbas bûn. Lê hîna jî hewyanên gund di sermaya qerisok de dimîn in. Gelek jin û zarok neçar man ku biçin gundê navenda navçeyan û bajêr. Kesên mane jî ji ber kêmbûyîna konan gilîdarin.    Li gund çend malbata bi hevre di haman konê de dimînin û hewyanên wan ji ber sermaya qerîsok yek bi  yek dimirin. Termên heywanên ku dibin xirbeyan de mane jî hêdî hêdî bêhn didin. Erdhejzede li benda çareseriyê ne.   HEYWAN JI SERMA DIMIRIN   Welatiyê bi navê Hakan Acar, diyar kir ku dema erdhej pêk hat wan taştê dixwarin û wiha axivî: “Min 4 zarok û hevjina xwe bi tena serê xwe ji bin xirbeyan de derxistin. Hevjîn û zarokên min ên birîndar bûn ji nexweşxanê hatin tabûrcû kirin. Piştî erdhejê, ji bo her du malan konek dan me. Ji ber vê yekê min malbata xwe rêkir bajêr gel xizmên xwe. Kona me têra me  nake. Em du malbatin. Konek tenê têra me nake. Em dixwazin ku kon bidin me. Dîsa em ji bo hewyanên xwe jî kon dixwazin. Heywan ji serma dimirin. Mal û guva me tuneye. Êmê heywanên me hemû dibin xirbeyan de man. Divê kepçeyekê ji me re bişînin ku em êmê heywanên xwe ji bin xirbeyan derbixin. Heywanên me hemû birçî mane.”   TERMÊ HEYWANAN BÊHN DIDIN   Acar, da zanîn ku termen heywanan ên dibin xirbeyan de mayîn êdî bêhn didin û wiha got: “Evê hemû rê li ber nexweşiyan vekin. Divê xirbe bên rakirin û termê heywanan bên derxistin. Qet nebe ji bo ku nexweşiyên vîrûsê pêş neke.”   ALÎKARÎ KÊME    Yek ji depremzedeyan Nezîr Arslan ê 2 çêlekên wî û bi dehan mihên wî dibin xirbeyan de man jî, diyar kir ku alikariyên tên kirin pir kêmîn û wiha got: “Mala me hilweşiya. Bi şev jî kon pir sarin. Ji bo vê derê alîkariyek baş nayê kirin. AFAD hemû alîkariyan dibin Qelqeliyê. Mal û gova me hilweşiyan. Qet nebe vê ferq û cudahiyê nekin.”