Ruhavîoglu: Em difikirin ku lêpirsîna Elçî bi qisûr e 2017-12-15 15:52:39   AMED – Kordînatorê Înîsiyatîfa Maf a Amedê Reha Ruhavîoglu di çalakiya ji bo Tahîr Elçî hat lidarxistin de got ku ew dihizirin lêpirsîna ji bo Elçî tê birêvebirin bi qisûr e.   Endam û rêveberên Baroya Amedê bi boneya kujerên Serokê Baroya Amedê yê berê Tahîr Elçî yê li Sûrê hat kuştin bê dîtin û lêpirsîn bi bandor bê birêvebirin di hefteya 105’emîn de li ber Edliyeya Amedê çalakî li dar xist. Gelek parêzer û endamên Înîsiyatîfa Maf ên Amedê beşdarî çalakiyê bûn. Parêzer bi cubeyên beşdarî çalakiyê bûn û pankarta wêneyê Elçî li ser a bi nivîsa “Em te ji bîr nakin” hat hildan.  Di çalakiya de ewil Sekreterê Giştî yê Baroya Amedê Mahsun Bati axivî û Peymana Mafê Mirovan bibîr xist û got: “Peymanek di sala 1948’an de hatiye îmzekirin heye. Piştî 69 salan li Tirkiyeyê ka ev peymana ku mafê jiyanê mîsoger kiriye ji aliyê dewletê ve hatiye binpêkirin nekirin tê nîqaşkirin. Em dikarin vê bêjin; mafê jiyanê her çiqas ji aliyê dewletê ve nehatibe binpêkirin jî lê nehatiye parastin.”    RUHAVÎOGLU: LÊPIRSÎN BI QISÛR E   Kordînatorê Înîsiyatîfa Maf a Amedê Reha Ruhavîoglu jî axivî û desnîşan kir ku ji kuştina Elçî heta îro tiştek hatiye guhertin tune ye û got: “Em dizanin lêpirsîna ji bo Elçî tê birêvebirin biqisûr e.”    Daxuyanî piştî çalakiya rûniştînê ya 5 deqîqeyan bi dawî bû.