Erdogan ji bo HDP'ê ferman da darazê 2020-02-26 16:16:29   NAVENDA NÛÇEYAN – Serokê Giştî yê AKP'ê Tayyip Erdogan, piştî ji ziyareta Azerbaycanê vegeriya, têkildarî Kongreya HDP’ê axivî got: "Dê pêvajoya wan û darazê re pir zêde be. Dibe ku di her kêliyê de dosyayên nû bên darazê. Her tişta ew dikin sûc e."    Serokomar û Serokê Giştî yê AKP'ê Tayyip Erdogan, piştî ziyareta Azerbaycanê daxuyanî da rojnamegeran. Erdogan, berê têkildarî Idlibê rejîm û Rûsya hişyar kiribû û xwestibû heta dawiya Sibatê êrîşan bi dawî bikin. Lê niha gotina xwe paşve kişand û got: "Gotina me ji bo nokteyên me yên çavdêriyê derbasdar in." Erdogan, bal kişand ser zîrveya ku li Stenbole pêk bînin jî û wiha got: "Ez niha nikarim bêjim ev zîrve teqez e. Ji ber ku Birêz Putin got 'Em herdu bi hevre çêkin baştir e.' Em difikirin ku di 5'ê Adarê de li Stenbolê pêk bê.    ERDOGAN HDP KIR HEDEF    Erdogan Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya kongreya xwe pêk anî jî kir hedefa xwe û wiha got: “Ma bêyî rawestin serokê partiyê tê guhertin? Bêyî rawestin Serokên xwe yên giştî diguherînin. Yek tê yek diçe. Xelas nebû, dê ji niha û şûnde jî di demek nêzîk de pêk bê. Ji ber ku dê pêvajoya vana ya bi darazê re dê pir zêde be. Dibe ku di her kêliyê de dosyayên nû bên pêşberî darazê. Bila nebêjin Serokomar çima ev got. Her tiştên dike sûc e." Îro 13 kes têkildarî mijarê hatin binçavkirin. Dê der barê van kesan de bi îhtîmalek mezin lêpirsîn bê vekirin."