Eskerên derketin operasyonê kuçikên gundiyan kuştin 2020-02-26 15:09:05 AMED - Li Gundê Çemê Elika yê navçeya Liceyê eskerên derketin operasyonê kuçikên gundiyan kuştin.  Eskerên ku li herêma Gundê Çemê Elika û Gezanê yên Navçeya Liceyê ya Amedê derketin operasyonê kûçikên gundiyan kuştin. Eskerên ku bi maşîneyên zirxî derketin operasyonê li malan û axurên sewalan lêgerîn kirin. Dema eskeran bi ser gundan de girt û li malan lêgerîn kirin, kuçikên ku reyan hatin eskeran, eskeran gule berdan kuçikan û kuçikên gundiyan kuştin. Hat diyar kirin ku piştî operasyonê telefonên gundiyan jî hat qutkirin û şebekeya telefonan nekişand.