Hunermendê kurd Seîd Yûsif koça dawî kir 2020-02-26 14:28:16   STENBOL - Hunermendê kurd ê ji Qamişlo Seîd Yûsif 73 saliya xwe de koça dawî kir.    Hunermendê kurd ê ji bajarê Qamişloyê Seîd Yûsif (73) ev demek bû li nexweşxaneyek Stenbolê ji ber nexweşînê dihat dermankirin. Malbata Yûsif ragihand ku hunermendê navdar îro li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest daye.  Yûsif ev çend sal bûn ku ji singê xwe nexweş bû û li Stenbolê dihat dermankirin.    SEÎD YÛSIF KÎ YE?   Di sala 1947'an de li bajarê Qamişloyê hatiye dinê. Nêzî 50 salan e ji bo hunera kurdî xizmetê dike ango distrê. Bi dehan stran nivîsandiye û li gel tembûra xwe ku li hev lal dike dibêje. Gelek stranên wî yên wek "Qamişloka Evînê", "Oy Felek", "Çavên te" û her wekî din ên navdar hene.