Hevşaredarên Seray û Qelqeliyê hatin berdan 2017-12-15 14:56:38   WAN - Hevşaredara Serayê Zîlan Aldatmaz û Hevşaredarê Qelqeliyê Şerafettîn Ozalp di danişîna îro hat dîtin de, hatin berdan.   Rûniştina doza Hevşaredarê Qelqeliyê Şerafettîn Ozalp û Hevşaredara Serayê Zîlan Aldatmaz ên  DBP'î li 4'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Wanê  hat dîtin. Di danişîna dozê de Hevşaredara Saray Zîlan Aldatmaz, Endama Meclîsa Şaredariya Qelqeliyê Leyla Tusun û Hevşaredarê Qelqeliyê Şerafettîn Ozalp amade bûn. Piştî parastinê heyetê der barê Hevşaredar Ozalp û Aldatmaz de biryara berdanê da. Hevşaredar Şerefettîn Ozalp û Hevşaredar Zîlan Aldatmaz li Wanê di 01’ê Îlona 2016’an de di çarçoveya lêpirsîna derbarê wan de hatibûn binçavkirin û hatibûn girtin.