Karebeya Cemxaneyê muhir kirin 2020-02-26 13:39:00 AYDIN – Şîrketa Belavkirina Karebeyê ya Denîzlî, Mugla û Aydinê (AYDEM), Karebeya NAvenda Çandê û Cemxaneya Koşkê qut kirin. Piştî bertek zêde bûn mohr rakirin. Şaredarê Aydinê daxuyanî da û got: "Bi şaşî çêbûye" û parastin kir.    Şîrketa Belavkirina Karebeyê ya Denîzlî, Mugla û Aydinê (AYDEM), Karebeya Navenda Çandê û Cemxaneya Koşkê qut kirin. Piştî bertek zêde bûn mohr rakirin. Şaredarê Aydinê daxuyanî da û got: "Bi şaşî çêbûye" û parastin kir. AYDEM'ê bi hinceta “Divê dosya bê nûkirin" ceyran qut kir. Piştî elewiyan bihist ku saeta ceyranê mohr kirine, bi armanca pêkanînê şermezar bikin li pêş Cemxaneyê kom bûn. Nûnerên Cemxaneyê diyar kirin ku ev pekanîn bê hurmetiya li hemberî elewiyan e û xwest ev mohr bê rakirin. Piştî nûnerên elewiyan bertek nîşan dan mohr rakirin. Li ser ve yekê Şaredarê AKP'î yê Koşkê Nuri Guler hat li vir axaftin kir û parast ku şaşî çêbûye. Guler, got "Şaşi kirine ev xeta ye dibe." Li ser vê yekê elewiyan got "Çima bi şaşî ceyrana mizgeftê mohr nakin." û bertekên xwe anîn ziman.