Tewanbariya Takva ya derbarê Bekîr Kaya negirt 2020-02-26 13:37:51   WAN - Îttîraza ji bo biryara doza ku Hevşaredarê Berê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Bekîr Kaya jê beraat kir, nehat qebûlkirin.    Serokê Berê yê Odeya pîşesazî û Bazirganiyê ya Wanê (VANTSO) û Namzetê Şaredariya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Necdet Takva, bi angaşta ku dema çalakiyên Kobanê yên sala 2014'an nehiştine agirkuj mudaxaleyî agirên ku wan rojan li bajar derketine bikin, Hevşaredar Bekîr Kaya û 10 xebatkarên şaredariyê gilî kiribû. Li ser vê giliya Takva, doz li Bekîr Kaya û xebatkarên şaredariyê hatibû vekirin. Di doza ku hatibû vekirin de 3'emîn Dadgeha Esliyeyê derbarê Kaya û xebatkarên şaredariyê de biryara beraetê dabû. Serdozgeriya Komarê ya Wanê, biryarê îttîrazê kiribû û biribû Dadgeha Edliya Herêmê ya Wanê. Dadgehê, serlêdana serdozgeriyê red kir û da zanîn ku biryar di cih de ye.