Li Êlihê xebatên 8’ê Adarê dest pê kir 2020-02-26 13:37:19   ÊLIH – Meclîsa Jinan a HDP’a Êlihê û TJA’yê starta çalakî û şahiyên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê da û dê di 8’ê Adarê de mitîng li dar bixin.    Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Êlihê li Kompleksa Sporê ya Jinan a Şaredariya Êlihê li hev civiyan û bi civîna çapemeniyê starta çalakî û şahiyên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê dan. Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Feleknas Ûca, Hevşaredara Êlihê Songul Korkmaz, endamên Meclîsa Jinan a HDP’ê û aktîvîstên TJA’yê beşdar bûn. Jinan pankart vekir û daxuyanî dan.    ‘TUNDÎ ZÊDE DIBE’    Parlamenter Feleknas Ûca axivî û da zanîn ku wan li gelek bajaran dest bi çalakî û şahiyên 8’ê Adarê kirine û got: “Ber bi 8’ê Adarê ve jî jin tên qetilkirin. Her roj tundiya li ser jinan zêde dibe. Lê çawa ku jinan li Şengalê berxwedanê nîşan da, çawa ku jin li Rojava azad bûn, wê bi têkoşînê azadkirina jinan dewam bike.”    ‘EM Ê COŞA 8’Ê ADARÊ HETA NEWROZÊ BIDOMÎNIN’    Ûca anî ziman ku di serdema tifaqa AKP-MHP’ê de kuştin û tundiya li dijî jinan zêde bûye û wiha got: “Dewlet li qatil û tundkaran xwedî derdikeve. Wê demê em dikarin bêjin ku dewlet tundiyê rewa dibîne.”   Ûca destnîşan kir ku ew ê heta roja 8’ê Adarê bi awayek çalak xebatê birêve bibin û ew ê coşa 8’ê Adarê veguhezînin Newrozê.    MITÎNGA ÊLIHÊ DI 8’Ê ADARÊ DE YE    Piştî axaftina Ûca, jinan dirûşma “Jin jiyan azad” berz kirin.    Jin piştî civînê beşdarî çalakiya îmzekirina pirtûkê ya helbestvan Rewşen Esmer bûn.    Jinan ragihand ku ew ê 8’ê Adarê li Taxa Kulturê mitîngê li dar bixin û jinên Êlihê hemû vexwendin mitîngê.