Danişîna rojnameger Turfent dest pê kir 2017-12-15 14:48:55   COLEMÊRG – Danişîna 5’emîn a doza rojnameger Nedîm Turfent ku 19 meh in girtî ye dest pê kir. Turfent bi SEGBÎS’ê ji Girtîgeha Tîpa T a Ewlehiya Bilind a Wanê beşdarî dozê dibe.    Danişîna 5’emîn a doza nûçegihanê DÎHA’yê ya bi KHK’ê hat girtin Nedîm Turfent ku ji 13’ê gulana 2016’an ve girtî ye û bi daxwaza cezayê 22 sal û nîv tê darizandin li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Colemêrgê dest pê kir. Turfent bi SEGBÎS’ê ji Girtîgeha Tîpa T a Ewlehiya Bilind a Wanê li gel parêzerê xwe Bariş Oflas beşdarî dozê dibe. Parêzera Turfent a din Harîka Karataş jî li salona dadgehê amade bû. Nûnerê Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS) ê Amedê Mahmut Oral, nûçegihanê Bîanetê Ozgun Ozçer, Platforma Rojnamegeriya Serbixwe (P24) û malbata Turfent dozê dişopînin.   Bi tespîta nasnameyê danişînê dest pê kir û didome.