Ûca xwest Cejna Êzî bibe wesîleya azadiya jinên di destê DAIŞ'ê de 2017-12-15 14:45:25   AMED - Parlamentera HDP'ê ya Amedê Feleknas Uca ji bo Cejna Êzî peyam da û wiha got: "Hêvîdarim dê Cejna Êzî bibe wesîle ku jinên di destê DAÎŞ'ê de ne azad bibin."   Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê Feleknas Ûca bi boneya Cejna Êzî ya civaka Êzidî pîroz bike daxuyaniyek nivîskî weşand. Uca, bal kişand ser fermanên li ser civaka Êzidî û wiha got: “Êzidiyên piştî êrîşa DAIŞ'ê ya 3'ê Tebaxa 2014'an neçar man koçî Rojava, Tirkiye û Ewropayê bikin, îsal jî neçar man Cejna Êzî li Rojava, Tirkiye û Ewropayê pîroz bikin. Divê Cejna Êzî mîna kevneşopiyek xwedîderketina li bawerî û nirxên çandî yên bingehîn ên welatê me bê dîtin. Pîroziya Cejna Êzî ji bo civaka Êzidî ji her demê bêhtir niha watedar e. Ji ber ku baweriyeke qedîm di serdema heyî de bi xeteriya tunebûnê re rû bi rû ye. Parastina Êzidiya wezîfeya tevahiya mirovahiyê ye. Ji ber vê yekê divê her kes xwedî li civaka Êzidî, çand û baweriya wê derkevin û biparêzin.”   Ûca, di dewama peyama xwe de wiha got: “Beriya niha bi du sal û nîvan bi berxwedana yekîneyên parastinê yên Êzidî û têkoşîna yekîneyên parastinê yên kurdan, navenda Şengalê ji çeteyan hat rizgarkirin. Li axa qedîm a Şengalê Meclîsên Gel ên Êzidiyan hatin avakirin û civaka Êzidî dest bi rêxistinê kirin û avakirina saziyên xweser ên xwerêveberiyê avakirin. Li ser vê, em hêvîdar in ku civaka Êzidî ya li derveyî Şengalê ye, cihê xwe di nava vê pergala demokratîk a Şengalê de bigire û tevkariyê li avakirina pergala xweseriya demokratîk bike."   'BILA BIBE WESÎLEYA RIZGARIYÊ'   Parlamentera HDP'ê Ûca destnîşan kir ku ew hêvîdar e Cejna Êzî dê bibe wesîleya rizgariya jinên hê jî di destê DAÎŞ'ê de û wiha dawî li peyama xwe anî: “Bi bîr û baweriya ku civaka Êzidî wê li ser axa xwe paşerojeke azad û demokratîk biafirîne, Cejna Êzî di serî de li civaka Êzidî ya li Şengalê tê dikoşe, li tevahiya û Êzidiyan pîroz dikim.”