HDP'iyên li Mersînê hatibûn binçavkirin piştî 4 rojan hatin berdan 2020-02-25 16:49:02   MERSÎN - HDP'iyên ku beriya 4 rojan li Mersînê hatibûn binçavkirin, hatin berdan.    Di çarçoveya lêpirsîneke ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Mersînê ve hatibû destpêkirin de, beriya 4 rojan li Mersînê 7 HDP'î hatibûn binçavkirin. Ji HDP'iyan 2 jê piştî îfadeyên xwe yên dozgeriyê û 5 HDP'î jî piştî ku derketin dadgehê bi şertê kontrola edlî hatin berdan. HDP'î bi "endamtiya rêxistinê" hatin sûcdarkirin.