Parêzere ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin 2020-02-25 11:56:25   STENBOL -  Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, ji bo ku bi muwekîlê xwe re hevdîtin pêk bînin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.   Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê girtî ye, Cengîz Yureklî, Newroz Ûysal, Faîk Ozgur Erol û Mazlûm Dînç ji bo ku bi muwekîlê xwe re hevdîtin pêk bînin, careke din serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.   Parêzerên Ocalan Newroz Ûysal û Rêzan Sarica, piştî 8 salan di 2'ê Gulan, 22'ê Gulan, 12'ê Hezîran, 18'ê Hezîran û 7'ê Tebaxa 2019'an de çûbûn Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtin kiribûn. Parêzer ji 7'ê Tebaxa 2019'an heta niha her hefte serî li dozgeriyê didin, lê heta niha hemû serlêdanên wan bê bersiv hatin hiştin.