Malbata ku mala wan di erdhejê de hilweşiya şevê di romorqê de derbas kir 2020-02-25 10:51:00 WAN - Li gundê Qîratî yê Elbakê, malbata Kaya ku mala wan di erdhejê de hilweşiya şeva destpêkê di romorqê de derbas kir. Ji ber erdheja bi pîleya 5.9 ku roja yekşemê li bajarê Xoy ê Îranê pêk hat, li gundê Qîratê yê navçeya Elbakê ya Wanê hemû mal û axurên gund hilweşiyan. Ji ber vê rewşê, malbata Kaya şeva ewil a erdhejê di romorqê de derbas kiriye. Malbatê ser romorqê bi pranda girtiye, nivînên xwe avêtiye romorqê û li gel sir û seqemê jî heta serê sibehê di romorqê de maye.   'ZAROKÊN ME DUH BI ŞEV CEMIDÎN'   Zelîha Kaya, diyar kir ku şeva erdhej pêk hatiye mala bi temamî hilweşiyaye û nikaribûne tu amûrekî xwe jî xelas bikin û wiha got: "Em heta serê sibehê di romorqê de man. Kizilayê xwarinê ji me re anî lê konan roja din gihandin me. Em hê jî di bin bandora erdhejê de ne. Timik erdhej çêdibin û em li vir jî ditirsin. Zarokên me duh bi şev cemidîn.    'MIN PACA ŞIKAND Û ZAROKÊN XWE RIZGAR KIR'   Ji malbatê Kevser Kaya jî diyar kir ku canê xwe bi zorê ji erdhejê rizgar kirine û ev tişt got: "Min paceyan şikand û zarokên xwe rizgar kir. Heke min paceyê neşikanda dê hemû zarokên min di bin enkazê de bimana. Duh êvarê ji ber ku çareya me nema, em bi malbatî di romorqê de bi cih bûn. Sar be jî em hewl didin li vir bijîn. Îro konê me hat vedan, em êdî derbasî kon bibin. Bi şev van deran gelek sar dibe. Hêvîdarim îşev jî zarokên me necemidin."   '30 BERXÊN JI BER SERMAYÊ MIRIN'   Welatiyê bi navê Ahmet Kaya jî axivî û ev tişt anî ziman: "Min duh bi şev malbata xwe di romorqê de bi cih kir. Ji ber ku di romorqê de cih tunebû, ez bi sewalên xwe re mijûl bûm. Duh êvarê jî erdhejên peyhatî pêk dihatin, em gelek ditirsiyan. Duh êvarê ji ber sermayê 30 berxên min mirin. Divê destpêkê ji bo sewalan çareyek bê dîtin. Em ê derbasî kon bibin û jiyana xwe li vir bidomînin."