Civaknas Yardim : Zêdebûna întiharan nîşaneya jevketina civakê ye 2020-02-25 09:02:05 ŞIRNEX - Civaknas Lesyla Yardim, rewşa 21 kesên ji ber rewşa aborî întihar kirin nirxandin. Yardim, anî ziman ku kesên întihar dikin ji bo bên "dîtin" qadên cemaweriyê tercîh dikin  û got, zêdebûna bûyerên întiharê di heman demê de nîşaneya zêdebûna jevketina civakiyî ye jî.    Li Tirkiyeyê ji ber krîza aborî, kesên nikarin deynên xwe bidin an jî êdî nikarin debara xwe bikin întihar dikin. Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê jî li ber avahiya qeymeqamtiyê Nezîr Kiliç întihar kiribû û jiyana xwe ji dest dabû û D.O. jî hewl dabû întihar bike lê belê hatibû qaneh kirin û nehiştibûn întihar bike. Civaknas Leyla Yardim, rewşa 21 kesên di 56 rojên dawî de întihar kirin nirxandin.    Yardim, sedemên întiharê wekî "tarvamayên derûnî, polîtîkayên dewletê û rewşa malbatî" rêz kirin û got: "Ev tişt piştî wextekê mirovan ber bi bûhraneke nasnameyî, ruhî an jî xizaniyê ve hêl dikin û dibin sedema zêdebûna întiharê." Yardim, destnîşan kir ku bûyerên întiharê tesîreke mezin li civakê dikin û got, pê re jî jevketina civakiyî zêde dibe. Yardim, anî ziman ku di aboriyê, siyasetê, huner, zanist, malbat, ciwan, extiyar, zarokan hema bêje di her kesî de pirsgirêk çê bûne û got: "Derûniya mirovan ber bi ku ve diçe? Civanasiya mirovan ji ku ber bi ku ve diçe? Bersiva van pirsan di nav civakê de ye. Heger ev xezîne hêdî hêdî winda bibe, nexwe divê em ji xwe bipirsin 'em çi dikin?'"    Her wiha Yardim destnîşan kir ku sedemeke zêdebûna întiharan jî xerabbûna pergalê ye û got, êdî mirov wekî çareya dawî berê xwe didin mirin û ev nîşaneya pêvajoyeke talûke ye.    ‘DIXWAZIN BÊN DÎTIN'    Yardim, destnîşan kir ku divê li ber bûyerên întiharên mirov bi hesas tev bigere û got: "Devjêberdana ji jiyanê wêrekiyeke mezin e. Heger mirov dev ji jiyana xwe berde, nexwe divê li ser vê yekê baş bê fikirîn. Mirov li ber çavê me dibêjin 'ez li vira me' û întihar dikin. Êdî întihar li ber çavan, li deverên cemaweriyê pêk tên. Çimkî ev mirov dixwazin bên dîtin. Peyama 'We pirsgirêka min nedît, êdî ez li vira me, we tiştek bi ser tiştekî nexist' didin."    ‘ÎNTÎHARÊN LI TIRKIYEYÊ JI BER REŞA ABORÎ NE'    Yardim, destnîşan kir ku întîharên demên dawî yên li Tirkiyeyê ji ber rewşa aborî pêk tên û got, ji bo pêşî li van bûyeran bê girtin divê betalî ji holê bê rakirin û aramiyek çê bibe.    Yardim, anî ziman ku ji bo kesine din jî întihar nekin divê hin xebat bên kirin û got: "Divê mirov piştgiriyê ji derûnasan, tenduristaran, bjîşkan û ji her derdorên civakê bigire. Divê em li bersiva pirsa 'Em ê van întiharan çawa hel bikin?' Ji bo pêşî li van întiharan bê girtin ji destê kê çi bê divê bike. Kujerên van întiharên pêk tên em in. Her yek ji me bernamzeke vê yekê rewşê ye. Loma divê em vê pirsgirêkê hel bikin."    MA / Mujdat Can