Li Mêrsînê mirovekî întîhar kir 2020-02-24 14:33:22 MÊRSÎN - Li Mêrsînê welatî Gokhan Şeremet ê gelek deynê wî hebû û betal bû întîhar kir. Di 2 hefteyên dawî de 11 kesan întîhar kir.  Li Navçeya Akdenîzê ya Mêrsînê welatî Gokhan Şeremet şevê din întîhar kir. Hat diyar kirin ku Şeremet ê bavê 5 zarokan, ji ber deynê wî zêde bûn û betal bûye întîhar kiriye. Malbata Şeremet, dê cenazeyê Şeremet li Goristana Akbelen a Navçeya Toroslar a Mêrsînê defin bikin. Di 2 hefteyên dawî de li Amed, Şirnex, Antalya, Kocaelî, Îzmîr, Stenbol, Enqerê herî 11 kesan întîhar kir.    22 Sibat 2020: Bijîşkê malbatê Ahmet Ozaydogdu yê li Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcle dihat dermankirin, ji ber sedemekê nayê zanîn xwe ji qata 6’emîn a naxweşxanê avêt û dawî li jiyana xwe anî.    20 Sibat 2020: Li navçeya Dîlovasi ya Kocaeliyê karkerê bi navê Bayram Komurcu li depoya kargeha lê dixebitî întîhar kir.   19 Sibat: Li Navçeya Manavgat a Antalyayê Halît Yilmaz  ji ber 26 hezar û 450 lîra deynê wî yê bankê hebû dawî li jiyana xwe anî.    19 Sibat: Mamosteyê Matematîkê Înan Avşar ku li dibistanake taybet dixebitî, întîxar kir.    19 Sibat: Li Navçeya Karşiyaka ya Îzmirê Omur K., yê 57 salî dawî li jiyana xwe anî.    18 Sibat: Xwendekarê Pola 4'emîn ê Beşa Radyo û Tevîzyonê yê Zanîngeha Stenbolê Hakan Taşdemîr întîxar kir.    17 Sibat: Li Kolana Hûnerê ya Semta Ofîsê ya navçeya Yenîşehîr a Amedê, çawîşê pispor Kadîr Toskar bi çeka xwe întîxar kir.    17 Sibat: Welatî Nezîr Kiliç xwe ji qata 4’emîn a avahiya Qeymeqamtiya Navçeya Cizîr a Şirnexê avêt û dawî li jiyana xwe anî. Nezîr Kiliç ê 42 salî û bavê 4 zarokan ji sedî 76 astengdar bû.    16 Sibat: Li garaja kamyonan a Konyayê ajokarê kamyonê yê 37 salî Mevlût Çankaya ji ber qeyrana aborî dawî li jiyana xwe anî.    15 Sibat: Li Îzmirê li navçeya Karşiyaka ya Îzmirê Î.A., yê 24 salî dawî li jiyana xwe anî.    7 sibat: Li Antakyayê, welatî A.Y., li ber walîtiyî piştî got “Ez birçîme. Bê karim. Li malê rewşa zarokên min xirabe. Zarokên min birçîne” dawî li jiyana xwe anî.