Kesên di erdheja Wanê de jiyana xwe ji dest dan hatin definkirin 2020-02-24 14:32:33 WAN - 8 kesên di erdheja Elbakê de, jiyana xwe ji dest dan hatin definkirin. Feryat û axîna Nebahat Fûrat a di erdhejê de 4 zarok û hevjîna xwe winda kirin, hemû kes bi hestiyar kirin.  Ji ber erdheja pileya 5.9 a duh li navenda bajarê Xoy a Îranê rû da, li Taxa Elbîs a navçeya Elbakê ya Wanê hilweşandinek mezin rû da. Li taxê gelek mal û axûr hilweşiyan û 9 kesên dibin xirabeyan de mayîn, jiyana xwe ji dest dan. Cenazeyên Aydin Tosûn, Huseyîn Tosûn, Ekrem Tosûnturk, Reîs Fûrat û zarokên wî Fatma, Mûhammed, Hasret û Hicran a 6 mehî yên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dabûn li Nexweşxaneya Dewletê ya Elbakê hatin girtin û hatin taxê. Cenaze piştî ku bi karwanek mezin anîn taxê, dinava xemgînî û girî de birin goristanê. Feryat û axîna Nebahat Fûrat a di erdhejê de 4 zarok û hevjîna xwe winda kirin, kêliyên bi hestiyar li welatiyan dan jiyîn. Ji ber feryat û qirînin bilind dibûn gelek jin ji ser hişê xwe çûn.   Li Taxa Elbîs a 120 mal lê hebûn û veguheriye kavil, rêyên wê û axûrên wê bi termen heywanan tijene. Hemû malên bi kerpîç ên li taxê hilweşiyane û kavilên gelek mal û axûran hîna jî weke xwe li erdê ne. Di erdhejê de ji ber hilweşandinê, bi hezaran heywanan jiyana xwe ji dest dane.    Welatiyên taxê, diyar kirin ku konên ku hatine vedan kêmin û ceyrana wan tuneye. Welatiyan, banga lezgîn kirin û xwestin hin zêdetir kon bên vedan.