Delegasyona navneteweyî: Ji bo pêşeroja Tirkiyeyê HDP aktoreke girîng e 2020-02-24 13:40:40 ENQERE - Mevanên ku ji derveyî welat hatibûn Kongreya Giştî ya HDP'ê diyar kirin ku li gel hemû polîtîkayên zext û tundiyê yên li ser jî HDP ji bo pêşeroja Tirkiyeyê aktoreke girîng e.    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), 4'emîn kongreya xwe ya asayî duh li Enqereyê li dar xist. Ji welat û 28 welatan bi hezaran kes tevlî kongreyê bûn.    Serokê Koma Çepgir a Ewropaya Yekgirtî ya Meclisa Parlamenteran a Konseya Ewropayê (MPKE) Tîny Kox, ji ber beşdarbûna zêde ya kongreyê kêfxweşbûna xwe anî ziman û diyar kir ku kongreyê nîşan daye ku HDP ji bo pêşeroja Tirkiyeyê aktoreke girîng e. Kox, ji Tirkiyeyê daxwaz kir ku di mijara girtiyan de berpirsyariyên xwe yên Yekitiya Ewropayê (YE) bi cih bîne.   SELLÎN: HDP TIMIK XWE BI PÊŞ DIXE    Berpirsyarê Têkiliyên Derve yê Tevgera Fransayê ya Serî Natewînin / Partiya Çepgir a Fransayê Jean-Christophe Sellîn, diyar kir ku kongreya HDP'ê serkeftî dîtiye û wiha got: "HDP'ê nîşanî me da ku di mijara çand, civak û polîtîkayê de çiqas xurt e. Ez tevlî kongreya beriya niha jî bûbûm Wê demê dagirkirina Efrîn hebû. Wê demê jî beşdarbûn baş bû. HDP timik xwe li pêş dixe. Li gorî armancên xwe bi pêş ve diçe. Hewl dide ku vê pêşveçûna xwe bi gelên Tirkiyeyê re bike."   Di berdewamê de Sellîn, bal kişand ser rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî û ev tişt got: "Destpêkê em piştevaniya azadiya girtiyên siyasî dikin. Ji bo çareserkirina krîzên Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn divê PKK ji lîsteya terorê bê derxistin. Divê Abdullah Ocalan azad bibe. Ocalan ji bo gelê Kurdistanê dikare weke Nelson Mandela bê nirxandin.    MEMBER: TU REJÎM NIKARE LI BER TÊKOŞÎNÊ LI BER XWE BIDE    Partiya Demokrata Îtalyayê Lia Quartapelle Member, da zanîn ku ji zextên li ser HDP'ê agahdar e û ev tişt anî ziman: "HDP'ê bi ve kongreyê bersiv da zextên li ser xwe. Tu rejîm çiqas tundiyê dike bila bike nikare li ber têkoşîna vî gelî li ber xwe bide. Em îro ne tenê ji piştevaniya HDP'ê, li dijî HDP'ê ji bo piştgiriya muxalîfan li vir in. Her ku diçe li Tirkiyeyê rewş nebaş dibe. Divê ku em parlamenterên Ewropayê ji van tundiyan re bibêjin êdî bes e. Em piştevaniya xwe ya ji bo gelên bindest ên Tirkiyeyê bidomînin.    FÎLÎBECK: ME BIRYARIYA LI DIJÎ ZEXTAN DÎT    Cîgirê Sekreterê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Ewropayê (PES) Giacomo Filibeck jî têkildarî kongreya HDP'ê wiha axivî: "Li gel zextên ku li ser HDP'ê û pêkhateyên wê tê meşandin jî me biryarî û girêdanê dît. Em ji bo piştgiriya têkoşîna HDP'ê weke partî li vir in. Dîsa em ji bo azadkirina Selahattîn Demirtaş û rojnamegeran hatin kongreya HDP'ê.