Dadgehê Endamê Grup Yorumê Îbrahim Gokçek serbest berda 2020-02-24 13:34:08 STENBOL – Dadgehê der barê Endamê Grup Yorumê Îbrahim Gokçek yê di rojiya mirinê de ye biryara berdanê da.    Dadgehê der barê Endamê Grup Yorumê Îbrahîm Gokçek ê li Girtîgeha Hêjmar 9 a Sîlîvriyê di rojiya mirinê de ye biryara berdanê da.  Piştî Saziya Tipa Edlî der barê Gokçek de rapora tenduristiyê ya "Nikare li girtîgehê bimîne" da, 37'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê der barê Gokçek de biryara berdanê da. Danişîna Gokçek di 14'ê Sibatê de hatibû dayîn û dadgehê biryara berdanê nedabû. Îbrahîm Gokçek piştî roja 199'an, çalakiya xwe ji rojiya greva birçîbûnê derbasî rojiya mirinê  kir. Gokçek  251 rojin çalakiya xwe berdewam dike. Çalakiya Helîn Bolek di roja 249'an de li Sariyerê didomîne.