Ji ber ku Tirkiyeyê rê neda wan xwe spartin Rêveberiya Xweser 2020-02-24 12:32:10 NAVENDA NÛÇEYAN – Malbata ku ji ber pevçûnên li Idlibê, derbasî Rêveberiya Xweser a Başûr û Rojhilatê Sûriyeyê bû ev tişt got: "Ji ber ku em ji mirinê reviyan me her tiştî li pey xwe hişt. Em li vir mêvanê we ne." Operasyona ku rejîma Sûriyeyê li Idlibê li dijî Heyet Tahrîr El Şam (HTŞ) daye destpêkirin, didome. Li herêma operasyonê nuqteyên çavdêriyê yên Tirkiyeyê ku di çarçoveya pêvajoya Astanayê de hatibûn avakirin hene. Tirkiye li dijî operasyona rejîmê dertê û leşker sewqî herêma operasyonê kiriye. Ji ber vê yekê di navbera rejîm û Tirkiyeyê de pevçûn dertên û li pey hev agahiyên mirinê tên.    Di dîmenekî ku duh li ser medya civakî de hatibû parvekirin de cenazeyên ku kincên leşkerên tirk li ser wan in hatibûn dîtin. Kesê ku dîmen kişandibû, bi erebî dibêje, "Ev leşker in tirk in". Hat angaştkirin ku dîmen li Ney Neyreb a li rojhilatê Idlibê hatiye kişandin. Têkildarî van dîmenan ji hêla saziyên fermî ve tu daxuyaniyên derewandinê nehatin dayîn.    TIRKIYE DESTÛR NADE WAN   Li aliyê din koça ji Idlibê jî berdewam dike. Ji ber ku Tirkiye sînorên xwe bloqên betonê girtiye û destûr nade ku kes ji Idlibê derbasî Tirkiyeyê bibe, idlibî derbasî Rêveberiya Xweser a Başûr û Rojhilatê Sûriyeyê dibin. Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî beriya niha bang li gelê Idlibê kiribû û gotibû ku deriyê wan ji gelê Idlibê re vekiriye. Piştî vê banga Ebdî, bi dehan kes ji Idlibê derbasî Rêveberiya Xweser a Başûr û Rojhilatê Sûriyeyê bûn.    NEÇARÎ KOÇBERIYÊ BÛNE   Yek ji van kesên ku ji Idlibê hat Rêveberiya Xweser a Başûr û Rojhilatê Sûriyeyê Mûhammed Hîsrîm û malbata xwe ne. Hîsrîm, têkildarî tiştên li Idlibê diqewimin li ANHA'yê re axivî. Hîsrîm, diyar kir ku di pevçûnên li Idlibê de bi dehan sivîlan jiyana xwe ji dest dane û wiha got: "Me nedixwest ji mala xwe derkevin lê bi 10 zarokên min re koçkirinê li min ferz kirin. Bi hezaran kesî re em ketin rêya koçberiyê. Dewleta tirk deriyên xwe ji koçberan re girt. Me tiştekî negirt cem xwe. Lewre em neçar man ji mala xwe birevin. Sifre û sobaya me bi agirê xwe man. Piştî ke me daxuyaniya Fermandarê Giştî QSD'ê Mazlûm Ebdî bihîst, me berê xwe da qadên rêveberiya xweser. Ji bo vê yekê em spasiya QSD'ê dikin. Li Idlibê erdên ku me çandibûn hebûn. Ji ber ku em ji mirinê reviyan me her tiştî li pey xwe hişt. Em li vir mêvanê we ne. Em daxwaz dikin ku pêwîstiyên me ji aliyê rêveberiya xweser ve bên bersivandin."