Rêvebera YNK'ê Şanaz Îbrahîm hevserokên nû yên HDP’ê pîroz kir 2020-02-24 12:18:24 NAVENDA NÛÇEYAN - Endama Rêveberiya YNK'ê Şanaz Îbrahîm hevserokên nû yên HDP’ê pîroz kir û da zanîn ku ew amadeye ji bo çareseriya pirsgirêka kurd bi HDP’ê re bixebitin.    Endama Rêveberiya Yekîtiya Nîştimana Kurdistanê (YNK) Şanaz Îbrahîm Ehmed Hevserokên nû yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar ên duh di 4’emîn Kongreya Asayî ya li Salona Sporê ya Arena Enqerê hat lidarxistin de hatin hilbijartin, pîroz kir.   Şanaz di peyama xwe de hêviya serkeftin ji bo kar û xebatên HDP’ê xwest û da zanîn ku ew bi xwe jî, amadeye ku ji bo çareseriya pirsgirêka kurd bi rêyek aştiyane li gel HDP’ê kar bike.