Siyasetmedara kurd Aysel Tugluk nehat berdan 2017-12-15 12:55:00 ENQERE – 3'emîn danişîna doza Siyasetmedara kurd û Alîgira Hevserokên Giştî yên HDP'ê Aysel Tugluk li salona 10'emin Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê hat dîtin. Tugluk dîsa nehat berdan. Dadger biryar da ku di danişînek din de Tugluk li salonê amade bibe.  3'emîn danişîna doza Siyasetmedara kurd û Alîgira Hevserokên Giştî yên HDP'ê Aysel Tugluk ku diviya bû li 17'emîn Dadgeha Cezayên Giran bihata dîtin ji ber cih tune bû, li salona 10'emin Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê hat dîtin. Tugluk a neanîn dadgehê dîsa nehat berdan. Dadger biryar da ku di danişînek din de Tugluk li salonê amade bibe. Beriya danişîna dozê dest pê bike li der û dorên avahiya edliyê tedbirên mezin hatin girtin. Tugluk, bi riya SEGBİS'ê tev li danişînê nebû. Dozger xwest Tugluk girtî bê darizandin û girtina wê berdewam bike. Parêzerê Tugluk Prz. Levent Kanat, diyar kir ku ji destpêka darizandinê heta niha tevli danişinan dibe û wiha got: "Heyeta dadgehê pir lez dike. Îdîanameya dozgerê berê û girteka polîsan yek bû. Mutalaya jî wekî fezlekeya polîsan bû. Ji ber vê yekê divê îdianame bê nûkirin Tugluk bê berdan.    Prz. Yusuf Alataş jî anî ziman ku dozger di rûniştina yekem de xwestiye biryar bê dayîn û helwesta dozger rexne kir û wiha got: "Hêj muwekila me ne axivî û parêzeran parastin nekir xwest biryar bê dayîn. Ev li dijî pîvanên darizandinê ye. Ev ne darizandinek adîl e. Îdîayên der barê Tugluk de hatine berovajîkirin û mezinkirin. Em dixwazin îdîa ji çavkaniya esasî bên lêkolînkirin û xwest Tugluk bê berdan.   TUGLUK NEHAT BERDAN   Heyeta dadgehê jî piştî navberê daxwaza parêzeran red kir û der barê Tugluk de biryara berdewama girtinê da. Dîsa biryar da ku Tugluk di danişîna pêş de tev li danişinê bibe. Heyetê doz taloqî 16'ê Adara 2018’an kir.