Keyayê gund li dijî Wezaretê bi serket 2020-02-24 09:05:04 MÊRDÎN – Keyayê gundê Bûxûrê ya Dêrikê Arîf  Tekîn ji wezîfeyê hatibû girtin û qeyûm tayînî şûna wî hatibû kirin. Tekîn doz vekir û dadgehê wî mafdar dît. Parêzer Erdal Kuzu got biryara dadgehê delîla ku wezaretê mudaxeleyî hilbijartina 31’ê Adarê kiriye ye.  Wezareta Karê Hundir di 11’ê cotmeha 2018’an de keyayê gundê Bûxûrê ya girêdayî navçeya Dêrika Mêrdînê Arîf Tekîn ji wezîfeyê dûr xistibû û qeyûm tayînî şûna wî hatibû kirin. Tekîn li dijî Wezareta Karê Hundir doz vekir. Dadgehê doza keya Tekîn mafdar dît.    Her çiqas Wezaret li dijî doza Tekîn bêje bi angaşta “Endamtiya rêxistinê” ji wezîfeyê hatiye dûrkirin jî lê Tekîn beriya ji wezîfeyê were dûrxistin bi 100 rojî di encama “îxbarekê” de lêpirsîn lê hatiye vekirin.    Dadgeh di biryara xwe de dibêje ku ji wezîfe dûrkirina Tekîn ne li gorî hiqûqê ye û biryara wezaretê betal dike.   ‘DELÎLA MUDAXELEYA HILBIJARTINÊ NÎŞAN DIDE’   Piştî biryara dadgehê Tekîn li gel parêzerê xwe Erdal Kuzû li dijî Wezaretê doz vekir û dê derbarê yên tiliya wan têde heye gilî bike. Parêzer Erdal Kûzû jî anî ziman ku biryara kêfî ya Wezaretê di encama biryara dadgehê de derketiye holê û biryara dadgehê delîl e ku nîşan dide ka Wezaretê çawa eşkereyî mudaxeleyî hilbijartina 31’ê Adarê kiriye ye.   MA / Ahmet Kanbal