Li Girtîgeha Bandirmayê angaşta lêdan û feleqeyê heye 2020-02-24 09:04:26 STENBOL – Hamze Denîz ê li Girtîgeha Bandirmayê girtî ye angaşt kir ku girtiyên li dijî sewqkirinê derketine gardiyanan li wan dane û wan di feleqeyê de dirêj kirine. Rêveberiya girtîgehê angaştan red kir.  Hamze Denîz ê 29 sal in girtî ye bi gelefonê li malbata xwe geriya û derbarê girtiyên ji Girtîgeha Bandirmayê sewqî Girtîgehên Jimara 1 û 2’an  hatine kirin agahî da. Denîz ji malbata xwe re ragihand bi boneya ew li dijî sewqkirina 25 hevalên xwe derketine gardiyanan êrişî wan kiriye.    Hamze Denîz ê li Girtîgeha Bandirmayê tê ragirtin ji malbata xwe re da zanîn ku şertên li girtîgehê her ku diçe dijwartir dibin û ji bo ew li dijî sewqa hevalên xwe derketine gardiyanan wan yek bi yek ji qawîşê derxistiye û li korîdaroê li wan dane. Denîz diyar kir ku gardiyanan bi darê zorê cilên girtiyan ji wan kiriye û ji ber tundiya gardiyanan li wan kiriye parsû, dest û lingê gelek girtiyan şikestine.    ‘ME XISTIN FELEQEYÊ’    Denîz anî ziman ku li pişt kamerayan li odeyek veşartî îşkence li girtiyan hatiye kirin û got: “Min di falakayê de dirêjkirin. Ez nikarim bimeşim. Bimeşim jî lê zehmetiyan dikişînim. Îşkenceyê 3 saet dewam kir. Girtiyên hatin îşkencekirin jî wan xistin hucreyên yek kesî. Qawîşa me serobin kirin. Pênûs, lênûsk û hemû tiştên me desteser kirin. Cilên me hatin qetandin. Cilên me din jî avêtin erdê û hemû qirêjî kirin.”    Denîz da zanîn ku rojek şûnve bi darê zorê girtiyan derxistine revîrê û li vir jî gardiyanan li wan xistiye û bijîşk heqaret li wan hatiye.   ANGAŞTAN RED KIR    Têkildarî angaştan em li rêveberiya girtîgehê geriyan. Rêveberiya girtîgehê angaştan red kir û got ji bilî Miduriyeta Giştî ya Malên Tevkîfê yên Ceza (CTE) dê nikaribin agahiyan bidin.