Mehek e Mehmet Bal winda ye: Sînyalên telefonê kêm dan malbata wî 2020-02-24 09:00:32 STENBOL – Sînyalên telefona Mehmet Bal ê ji 24’ê çile ve li Stenbolê hat windakirin agahî jê nayê girtin dan malbata wî. Kurê Mehmet Bal da zanîn ku sînyalên telefonê kêm dane wan.  Mehmet Bal di 24’ê çile de ji bo biçe hevdîtina kurê xwe yê di girtîgehê de ji Êlihê hat Stenbolê û di heman rojê de bi xizmên xwe re hevdîtin pêk anî. Piştî hevdîtina xizmên xwe yên li navçeya Bagcilara Stenbolê winda bû û 30 roj in winda ye û agahî jê nayê girtin. Lêgerîna malbatê ji wê rojê heta niha hemû bêencam man. Heta niha tu encam ji lêgerîna polîsan û dozgeriyê jî derneketiye. Malbata Bal, xebata dozgerî û polîsan kêm dibîne û dibêje heke ku bixwazin dikarin di dîmenên MOBESE de gav bi gava wî were dîtin.    ÇÛYÎNA WÎ YA JI EMÎNONU DI DÎMEN DE HEYE    Kurê Mehmet Bal, Nîhat Bal anî ziman ku di encama hewldanên saziyên mafên mirovan de dozgeriyê qeyda dîmenek ji çend sainyeyan pêk tê daye wan û di dîmen de tê xuyakirin ku bavê wî bi keştiyê ji Emînonu diçe Kadikoyê. Bal diyar kir ku dîmenên piştî li keştiyê siwar dibe tune ne û got: “Min ji polîsan pirs ka dîmenên piştî li Kadikoyê peya bûye nîn in, bersiva ‘ji ber ew der pir qelebalixe dîtin gelek zehmet e’ dan min. Lê di hem di hundirê keştiyê de hem jî li îskeleya keştiyê gelek kamera hene. Divê ev kamera werin tespîtkirin. Ev nebin jî heke li dîmenên MOBESE yên Kadikoyê were nihêrin dê xuya bike ku bavê min ji Kadikoyê çûye ku. Heke bixwazin dê bibînin.”    HÛRGULIYÊN SÎNYALA TELEFONÊ DERKETIN HOLÊ    Dozgeriyê hûrguliyên sînyalên telefona Bal radestî malbata wî kir. Sînyalên ji saet 09.00’an heta 18.32’an ji telefonê hatine girtin, lê sînyalên saet di navbera 18.32 û 21.11’an de hatine birîn. Her wiha ji saet 21.11’an heta 21.29’an dîsa sînyal hatiye dayîn. Di van hûrguliyan de tê xuyakirin ku telefona Bal saet di 21.11’an de ji derdora Kurtkoy a li hemer Balafirgeha Sabîha Gokçen sînyal dide û saet di li derdora 21.12’an jî sînyal ji derdora Pendîk û Kurtkoy dide. Her wiha dîsa tê xuyakirin ku bi navbera deqîqeyekê di telefona Bal de li Şîrketa Turîzmê ya Lîna Andadolû hatiye gerandin. Lê sînyala ji telefona Bal hatiye girtin cihê wê derdora Kurtkoy nîşan dide berevajî vê yekê tê dîtin ku sînyal ji navnîşana Taxa Eyup Sultan Mahallesi, Kuçeya Mozaik Hejmara 11 Sancaktepe ya Stenbolê hatiye.    QEYDA SÎNYALAN KÊM IN    Tê xuyakirin ji wê saetê şûnve ji telefona Bal sînyal nehatiye wergirtin. Kurê Bal, Nîhat Bal da zanîn ku ew di navbera saet 19.00’an û 21.05’an de gelek caran lê geriyan e, lê tenê saet li derdora 21.05’an carek telefona wî lê daye û hildaye meşgûlê. Nîhat Bal destnîşan kir ku sînaylên ji telefona bavê wî hatiye girtin kêm hatine girtin û çimkî lêgerîna wan saet li derdora 21.05’an di tomarkirinê de nîne û di qeyda telefona wan de lêgerîna wan xuya dike.    ‘BIÇIN MALA XWE RÛNÊN’    Bal diyar kir ku ew têkildarî aqûbeta bavê xwe her tim diçe Navenda Polîsan a Gayrettepeyê û her cara ku diçe polîs bi nêzîkatiyek din nêzî wî dibin û got: “Herî dawî ku ez çûm polîsek got ‘biçin li mala xwe rûnên. Em wezîfeya xwe dikin. Em ê di demek nêz de bibînin, hûn jî neçin li derdorê negerin.’ Em jî dibêjin hemin ku hûn wezîfeya xwe dikin lê çima hûn agahî nadin me. Gotin ‘em ê di demek nêz de agahî bidin we.’ Yanî em jî nizanin em ê çi bikin. Ez dixwazim gavek beriya gavekê bavê min were dîtin.”    ‘BERSIVA ME NADIN’    Seroka Şaxa Komeleya Mafê Mirovan a Stenbolê Gulseren Yolerî anî ziman ku malbata Bal ji bo dîtina Mehmet Bal serî li wan daye û wan jî serî li Wezareta Dadê, Wezareta Karên Navxweyî û Saziya Tiba Edlî (ATK) dane. Yolerî anî ziman ku wan têkildarî van serlêdanên xwe heta niha bersivek erênî an jî neyînî wernegirtine. Yolerî got hewldanên ji bo dîtina Mehmet Bal tên birêvebirin jî têrê nakin û heta niha di lêpirsînê de tu pêşketinek nîne. Yolerî diyar kir ku ew di wê baweriyê de ne divê dewlet bi awayek cidî bikeve nava hewldanên dîtina Mehmet Bal. Yolerî got ew ê vê meseleyê ji nêz ve bişopînin.   MA / Erdogan Alayûmat