ROJEVA 24'Ê SIBATÊ YA 2020'AN 2020-02-24 09:00:05 * Xebatkarên tenduristiyê diyar kirin ku mûçeyên sermayeya veberhênanê û nobetê yên xebatkarên tenduristiyê yên li Zanîngeha Dîcleyê nehatine dayîn û ji ber polîtîkaya tenduristiyê ya îqtîdarê nexweşxaneyên zanîngehan hatine asta îflaskirinê.  * Hiqûqnas Umît Kilinç ê berê Midurê Karên Nivîsan ê DMME’yê bû diyar kir ku pêwîste biryarên ji bo Selahattîn Demîrtaş û Osman Kavala hatin dayîn werin sepandin.    * Sînyalên telefona Mehmet Bal ê ji 24’ê çile ve li Stenbolê hat windakirin agahî jê nayê girtin dan malbata wî. Kurê Mehmet Bal da zanîn ku sînyalên telefonê kêm dane wan.    * Hamze Denîz ê li Girtîgeha Bandirmayê girtî ye angaşt kir ku girtiyên li dijî sewqkirinê derketine gardiyanan li wan dane û wan di feleqeyê de dirêj kirine. Rêveberiya girtîgehê angaştan red kir.    * Keyayê gundê Bûxûrê ya Dêrikê Arîf  Tekîn ji wezîfeyê hatibû girtin û qeyûm tayînî şûna wî hatibû kirin. Tekîn doz vekir û dadgehê wî mafdar dît. Parêzer Erdal Kuzu got biryara dadgehê delîla ku wezaretê mudaxeleyî hilbijartina 31’ê Adarê kiriye ye.