Şerê li Idlibê belavî Eyn Îsayê bû 2020-02-23 19:54:15   NAVENDA NÛÇEYAN - Li ser xeta Şergirakê û Çelbî yên navçeya Eyn Îsayê şerê giran di navbera leşkerên Tirkiyê û komên wê û hêzên rejîma Sûriyê de diqewime.    Hêzên Çekdar ên Tirk û komên wê di 3 rojên dawî de êrişên xwe yên li ser nuqteyên hêzên rejima Sûriyê zêde kirine.   Hêzên rejîmê bersivê didin êrişan. Li ser xeta di navbera Şergirakê û gundê Çelbî yên girêdayî navçeya Eyn Îsayê de şerê giran di navbera komên komên girêdayî Tirkiyê û hêzên rejîma Sûriyê de rû dide.    Şer didome û derbarê encamên şer de agahî nehatin bidestxistin.