Li Wanê erdhejek din bi pileya 5.8 rû da 2020-02-23 19:27:14   WAN - Çavdêrxaneya Kandîllî ragihand ku li ser sînorê Tirkiye û Îranê erdhejek din a bi pileya 5.8 rû daye.    Li ser sînorê Tirkiyê û Îranê erdhej û erdhejên peyhatî didomin. Di erdheja serê sibê ya bi pileya 5.8 li ser sînor rûda de li navçeya Elbaka Wanê 10 kesan jiyana xwe ji dest da û bi dehan avahî hilweşiyabûn.    Li vê herêma di navbera Tirkiye û Îranê de erdhejek din jî rû da. Çavdêrxaneya Kandîllî ragihand ku li herêma sînor saet li derdora 19.00'an erdhejek din a bi pileya 5.8 rû daye.    Hat zanîn ku erdhej 5 kîlomtere di bin erdê de êk hatiye.