Waliyê Amedê ‘Mîhrîcana Mafê Mirovan’ qedexe kir 2017-12-15 12:33:39 AMED – Waliyê Amedê, “Mîhrîcana Fîlman a Mafê Kîjan Mirovan” ku dê îro li Amedê destpê bikira qedexe kir.  Di çarçoveya Hefteya Mafê Mirovan de ji aliyê Documentarîst ve îsal “Mîhrîcana Fîlman a Mafê Kîjan Mirovan” a 9’emîn tê lidarxistin. Mîhrîcana dê li amedê bihata lidarxistin ji aliyê Walîtiya Amedê ve hat qedexekirin. Bi piştgiriya Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê ve dê li salona Şanoya Bajêr a Amedê di navbera 15-16-17’ê kanûnê de fîlm bihatana pêşandan. Polîsan bêyî ku hincet nîşan bidin ji ÎHD’ê re ragihandin ku mîhrîcan hatiye qedexekrin.    Fîlmên dê bihatana pêşandan wiha ne: Radyo Kobanê, Elîf, Tehma Çîmento (Çimentonun Tadı), Erdnîgarî (Coğrafyalar), Kaya, Veger (Donuş), Hediye, Tirkiyeya Hatiye Ber Kendal (Uçurumun Kıyısında Turkiye), Ji Bo Ez Fetisîme Xemgîn im (Boguldugum Îçîn Uzgunum), Meryem, KHK’iya Bajarekî (Bir şehrin KHK’si.)    Di çarçoveya mîhrîcanê dê îsal li Stenbol, Amed û Wanê nêzî 40 fîlm bi temayên cuda tê pêşandan. Fîlmên dê bên pêşandan bi mijarên cuda yên binpêkirina maf û têkoşînên li gelek deverên cîhanê vedibêje. Li gel pêşandana fîlman di mîhrîcanê de li ser gelek mijarên akuel gotûbêj û form tên lidarxistin.