Tirkiye ji ber vîrûsa koronayê deriyê sînorê Îranê girt 2020-02-23 16:37:50 WAN- Tirkiye bi sedema gefa vîrûsa koronayê 4 deriyên sînor ên Îranê ji bo demek derbasdar girt.  Li Îranê ji ber vîrûsa koronayê (Kovid-19) hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane îro gihîşt 8 kesan. Li Îranê hejmara bûyera vîrûsê derket 43’an. Tirkiye bi sedema gefa vîrûsa koronayê deriyên sînor ên Dîlûcû, Durbûlak, Esendere û Kapikoyê yên derbasî Îranê dibin ji bo demek derbasdar girt û kontrolan jî zêdetir kir.