Mîthat Sancar: Ji bo aştiya mezin deriyê Îmraliyê vekin 2020-02-23 16:24:25 ENQERE – Namzetê Hevserokatiya Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar bang li yên ku li Soçî, Astana û Amerîkayê li mutabakatan digerin kir û got: “Deriyê Îmraliyê vekin ku bila deriyê aştiyê jî vebin. Werin em bi Mutabakata Dolmabahçeyê dest pê bikin. Teqez û teqez wê Ocalan bibe ronahiya vê riyê.” Namzetê Hevserokatiya Giştî ya HDP’ê Mîthat Sancar di kongreyê de derket ser dikê û xîtabî deh hezaran kes kir. Sancar bi kurdî, erebî û tirkî beşdaran silav kir û got: “Hûn ji çar aliyê Kurdistan û Tirkiyê bixêr hatin. We wêrekî û hêvî anî vir.” Sancar da zanîn ku divê ew ewilî silavek ji dil bişîne ji kesên heq kirine re.    ‘HDP PARTIYA HÊVIYÊ YE’    Sancar bal kişand ser pênaseya navê HDP’ê û got: “HDP çi ye? Ji bo em pênaseya HDP’ê bikin bi hezaran peyv tên bîra mirov. HDP navê partiya hêvîye ye û partiya li dijî hemû neheqiyan e. Em hêza xwe ji gel û bedelên xwe digirin. Dilê bi milyonan gel li vir lê dide.”   ‘BERXWEDAN KEVNŞOPIYA ME YE’    Sancar anî ziman ku yên ji bo bedeldayînê her ku diçin zêde dibin û got: “Helbet ne hedê min e çîroka berxwedanê ji were qal bikim. Berxwedan çand û kevneşopiya me ye. Em partiya berxwedêrên kurd, tirk û kedkar û feqîran in. Em ê her tim xwedî li berxwedan û berxwedêran derkevin. Ez vê yekê pir eşkere dibêjim êdî dema avakirina jiyanek nû ye. HDP li ser rêy aavakirinê ye û wê bi ser bixîne.”   ‘EM DEST BIDIN DESTÊN HEV’    Sancar destnîşan kir ku gumana wan ji baweriya wan nîne û got: “Jixwe bê me derveta van tune ye. Bê ma nabe. Em vê yekê her tim dibêjin. Lê em bi tenê têr nakin. Çi ji destê me tê em dikin. Niha îqtîdarek xedar û bêwîjdan li hember me heye. Li gel ewqas zilm û zordestiyê dem dem abi destê hev girtinê ye. Divê em vê yekîtiyê û hevpariyê mezin bikin. Banga me li hemû aştîxwaz û demokrasîxwazan e. Di salên dawî de birînên kûr vebûn. Însan ji kar û nanê xwe bûn. Bi destê qeyûman îradeya gel hat dizîkirin. Girtîgehan bi însanan tije kirine û însan hatin revandin û qetilkirin. Em îradeya ku van birînan bipêçin deynin holê. Divê em li ser planek ku neheqî rabin bixebitin. Em banga vê li her kesî dikin. Em ji hemû talankirinan û neheqiyan re bêjin bes e û rawestînin. Rawestandina talanê wezîfeya me ya ewil e.”   ‘EM PÊŞIYA HEQÎQETÊ VEKIN’    Sancar bal kişand ser gotinên îqtîdarê û medya wê yên “derewkar” û wiha got: “Îqtîdar û medya xwe ji serê sibê heta êvarê derewan dikin. Ewqas derewan dikin êdî nema civak nefesê hilde. Werin em dawî li derewan bînin. Werin em gotinên xwe azad bikin û pêşiya heqîqetê vekin.i Em ji bo aştî, demorkasî û azadiyê her kêlî amade ne. Ji bo pêkanîna aştiyê û rê vekirina aştiyê em bang li her kesî dikin ku werin tevlî vê xebatê bibin.”    ‘OCALAN WÊ BIBE RONAHIYA RÊ’    Sancar destnîşan kir ku ew dixwazin pêşiya îradeya piştevaniyê bide aştiyê were vekirin û wiha got: “Deriyê Îmraliyê vekin ku rêya aştiyê heta dawiyê vebibe. Hemû kesên aştiyê dixwazin bila bi samîm viya bawer bikin, heke rêya aştiyê vekin, teqez û teqez wê Ocalan bibe ronahiya vê riyê. Ji ber vê yekê em dibêjin tecrît tenê ne meseleya me ye. Tenê ne meseleya hiqûqî ye. Li vî welatî meseleya aştiyê heye. Em vê bangê li hemû kesî dikin. Werin em Meclîsê bixin xizmeta aştiyê. Heta aştî pêk neyê aramî jî pêk nayê. Heta refah pêk neyê demokrasî jî pêk nayê.”    ‘MUTABAKAT LI ASTANA, SOÇÎ Û QESRA SPÎ NÎNE, LI QAMIŞLO Û ENQEREYÊ YE’    Sancar bal kişand ser serdan û lêgerînên Tirkiyê yên li Rûsya û Amîrakayê jî û wiha got: “Em behsa aştiyek mezin dikin. Navenda aştiya mezin erdnîgariya me ye. Jêderka aştiyê axa me ye. Em bang li wan kesên ku li Astana, Soçî û Amerîkayê li pey mutabatan ango li hevkirinê ne digerin jî dikin. Mirov li hevkirinê ne li wir digere. Tu tiştekî nade we. Berevajî vê yekê wê vî welatî bixe nava aloziyan, şer û wê xwînê birijîne. Heke hûn li mutabakatê digerin, vaye Mutabakata Dombahçeyê heye. Werin em bi wê mutabatakê bimeşin. Heke hûn dibêjin na, em mutabakatek nû çêbikin. Mutabakat ne li Soçî û Astanayê ye, ne li Qesra Spî ye. Werin em li Şamê, Qamişlo û Enqereyê mutabatakan bikin. Werin em aştiya gelan li ser vê axê pêk bînin. Ewlekarî bi S-400 û patriotan nayê dabînkirin. Pêdiviya gelan a herî mezin wekhevî ye. Divê rêzgirtina gelan esas were girtin û divê îradeya gelan were nasîn. Ji ber vê yekê ji bo aştiyê em di duriyana herî krîtîk de ne. Hûnê bêjin şert guncav in gelo? Ez qala zehmetiyan nakim. Her tişt li ber çavan e. Dagirkirina Efrîn û Rojava li ber çavan e. Niha jî Idlib li ber çavan e. Ne hewceye ku ez qala xeternakî û girîngiya vê yekê bikim.”