Mexdûrên erdheja li Wanê: Komên rizgariyê dereng hatin 2020-02-23 15:33:29 WAN – Hejmara miriyên di erdheja bi pileya 5,9 li ser sînorê Tirkiyê û Îranê pêk hat de derket 9 kesan. Welatiyan da zanîn ku 2 saet piştî erdhejê komên rizgariyê li hawara wan çûne. Bîlançoya erdheja bi pileya 5,9 li ser sînorê Tirkiyê û Îranê rû da giran dibe. Li gundên girêdayî navçeya Elbaka Wanê xesarek mezin pêk hatiye. Hejmara miriyan derket 9 kesan. Wezareta Tenduristiyê ragihand ku ji 37 birîndaran rewşa 9 kesan giran e.    GUNDÊ ELBÎSÊ    Li gundê Elbîsê ku 200 mal lê hene 60 mal hilweşiyan. 4 jê zarok 8 kesan di bin kavilan de jiyana xwe ji dest da. Hat zanîn ku ji 8 kesan Reîs Firat û 4 zarokên xwe jiyana xwe ji dest dane. Ji ber bi dehan axûr hilweşiyan bi sedan sewal mirin. Li gund ji bo welatiyan kon hatin vedan.    Şêniyên gund dan zanîn ku ew 2 saetan li benda piştevaniyê û alîkariyê sekinîne û komên rizgariyê û xebatê piştî 2 saetan çûne cem wan. Şêniyan anî ziman ku yên di bin kavilan de manej î bi derfetên xwe ji bin kavilan derketine. Şêniyên gund ragihandin ku hejmara miriyan jî zêdetir e.    GUNDÊ ELEZΠ   Hat ragihandin ku li gundê Elezî jî kesek di bin kavil de maye û jiyana xwe ji dest daye û bi dehan welatiyên di bin kavilan de mane rakirine nexweşxaneyan. Li gund hemû malan xesarek mezin dîtin û mal nayên bikaranîn û bi sedan sewal jî di bin kavilan de mirin.    GUNDÊ QIRAPΠ   Li gundê Qirapî jî gelek mal xera bûn. Gelek welatî bin kavilan de birîndar hatine rizgarkirin û rakirine nexweşxaneyan. Li gund kavil tên rakirin û ji bo welatiyan kon tên vedan. Ji ber xanî xerabûn gelek welatî ji gund derketin û diçin cem xizmên xwe yên li bajêr.