Siyasetmedarên girtî name şandin kongreya HDP’ê: Faşîzm dê têk biçe 2020-02-23 15:14:27 ENQERE -  Siyasetmedarên girtî yên HDP’yî name şandin kongreya HDP’ê û peyama têkoşîna li dijî faşîzmê dan. Siyasetmedarên girtî yên HDP’yî nameyên piştevaniyê şandin 4’emîn Kongreya Asayî ya HDP’ê. Ji Girtîgeha Kandirayê ya Kocaeliyê siyasetmedarên girtî Fîgen Yuksekdag, Gultan Kişanak, Sebahat Tuncel, Aysel Tûglûk, Çaglar Demîrel, Gulser Yildirim, Edîbe Şahîn, Selma Irmak, Nûrhayat Altûn û jinên din ên girtî peyamek hevpar şandin kongreyê. Jinan di nameya xwe de bal kişandin ser pirsgirêkên li Tirkiyê û tecrîtkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û gotin dê faşîzm bi berxwedanê têk biçe û ji rêveberiya nû ya HDP’ê re serkeftin xwestin.   Endamê Şandeya Îmraliyê û Parlamenterê HDP’ê yê berê Îdrîs Balûken jî ji Girtîgeha Sîncana Enqereyê nameyek bo kongreyê şand û da zanîn ku evîna wan a ji bo azadiyê didome û got tu hêz nikare HDP’ê biqedîne.