Peyamên parçeyên Kurdistanê yên kongreya HDP'ê 2020-02-23 14:40:29 ENQERE - Ji her çar parçeyên Kurdistanê ji bo 4'emîn Kongreya Mezin a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) re hatin şandin. Ji her çar parçeyên Kurdistanê ji bo 4'emîn Kongreya Mezin a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) peyamên piştevaniyê hatin şandin.    Serokwezîrê Rêveberiya Herêma Kurdistanê ya Federal Mesrûr Barzanî diyar kir ku vexwendnameya HDP'ê ya ji bo tevlîbûna kongreyê gihîştiye destê wî û ev tişt got: "Hêvîdar im ku kongreya we bibe wesîleya xurtbûna aştî û biratiyê û dostaniya gelan."   Ji Herêma Kurdistanê ya Federal Tevgera Azadî jî peyam ji bo kongreyê şand û di peyama xwe de ev tişt got: "Bi baweriya serketina demokrasî, azadî û gelan, em ji Başûrê Kurdistanê kongreya we silav dikin" da.   PYD: BALA ME LI SER KONGREYA HDP'Ê YE   Hevserokatiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) jî ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê peyamek şand. Di peyama PYD'ê de jî ev tişt hate gotin: "Bala gelê Kurd îro li ser kongreya HDP'ê ya li Bakurê Kurdistanê ye. Bi navê PYD'ê em kongreya we silav dikin û hêviya serketinê ji we re dikin."   Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Îranê, ji Herêma Kurdistana Federal Tevgera Gel a Demokratîk a Kurdistanê, Tevgera Azadî û Demokrasiyê ya Kurdistanê, Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP), Yekîtiya Parlamenterên Kurdistanê, Tevgera Goran, Rêxistina Jİnên Azad a Kurdistanê, Partiya Keskan a Kurdistanê, Partiya Sosyalîst a Kurdistanê, Partiya Yekîtiya Demokratîk a Kurdên li Sûriyeyê jî peyamên piştgiriyê şandin kongreya HDP'ê.