Li sînorê Wanê erdheja sêyemin 2020-02-23 14:18:26   NAVENDA NÛÇEYAN - Li sînorê Îranê bi pîleya 4.5 û 4.0 du erdhejên din jî pêk hatin. Hejmara kesên di erdheja bi pîleya 5.9 ku serê sibehê pêk hatibû de jiyana xwe ji dest dan derket 8'an. Pisporan banga valakirina avahiyên bi kerpîç kirin.    Enstîtuya Lêkolîna Erdhejê û Rasatxaneya Kandiliyê ya Zanîngeha Bogazîçiyê ragihand ku li sînorê Îran û Tirkiyeyê bi pîleya 4.5 û 4.0 du erdhejên din jî pêk hatine. Li aliyê din hejmara kesên di erdheja bi pîleya 5.9 ku serê sibehê pêk hatibû de jiyana xwe ji dest dan jî derket 8'an. Tedawiya 20 birîndaran ji li nexweşxaneyên Wanê didome.    Waliyê Wanê Mehmet Emîn Bîlmez çû gundê ku ji ber erdhejê avahiyên wan hilweşiyan û diyar kir ku li 4 gundan hilweşandin çêbûye û kes di bin kavilan de nemaye.    Pisporên erdhejê jî di hin bernameyen televîzyonan de bang li mirovên herêma erdhejê kirin ku avahiyên bi kerpîç terk bikin û heta demekê nekevin wan.