Ozturk: Tekane navnîşana çareseriyê birêz Ocalan e 2020-02-23 13:53:55   ENQERE – Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk û Hevberdevkê HDK’ê Sedat Şenoglû jî di kongreya HDP’ê de axivîn. Berdan Ozturk got: “Pirsgirêk bi rakirina tecrîtê dikarin werin çareserkirin. Birêz Ocalan tekane navnîşana çareseriyê ye.”    Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Sedat Şenoglû û Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) jî di kongreya HDP’ê de axivîn.    ŞENOGLÛ: RIHÊ BERXWEDANÊ LI VIR E    Hevberdevkê HDK’ê Sedat Şengolû got: “Di vir de her rih heye. Di vir de rihê berxwedêr ê Geziyê heye. Di vir de rihê bi enyad ê serhildana Kobanê heye û serkeftina wê heye. Rihê lehengiya Rojava heye. Di vir de berxwedan û serkeftina rojiya mirinê û çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîtê heye. Li vir em hene. Em li ser pêya ne û em têkoşîn û berxwedana xwe didomînin. Em ji her demê bi hêztir in.”    OZTURK: OCALAN NAVNÎŞANA ÇARESERIYÊ YE    Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk jî bi kurdî axivî û got: “Navê vê pergalê faşîzm e. Gelê me heta niha bi berxwedana li dijî faşîzmê hatiye van rojan. Ev sedsal in ev zîhniyet gelê kurd û gelên din tune dihesibîne. Hûn nikarin bi tasfiye û înkar û îmhayê pirsgirêka kurd çareser bikin û hûn nikarin tu pirsgirêkên Tirkiyê çareser bikin. Pirsgirêk bi rakirina tecrîtê dikarin werin çareserkirin. Birêz Ocalan tekane navnîşana çareseriyê ye.”