Erdheja Îranê: Ji 21 birîndaran rewşa 8'an krîtîk e 2020-02-23 13:29:41 NAVENDA NÛÇEYAN -  Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, diyar kir ku di erdheja ku li ser sînorê Îran-Wanê pêk hatiye 21 kes jî birîndar bûne û rewşa 8 birîndaran krîtîk e. Rayedarên Îranê jî ragihandin ku 25 kes di erdhejê de birîndar bûne.  Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, têkildarî erdheja ku bi pîleya 5.9'an li ser sînorê Îran-Wanê çêbû û 7 kesan jiyana xwe ji dest da daxuyaniyek da. Wezîr Koca, diyar kir ku di erdhejê de 21 kes birîndar bûne û rewşa 8 birîndaran krîtîk e. Hat hînbûn ku hemû birîndar li gundê navçeya Elbakê ku hêrî zêde erdhejê lê hat hîskirin ji binî kavilan hatine derxistin. Li aliyê din li gundên Kaşkol, Guvendîk, Ozpinar û Gelenlerê yên navçeyê hê jî di bin kavilan de mirov hene û ji bo wan xebatên rizgarkirinê didomin.    Rayedarên Îranê jî ragihandin ku 25 kes di erdhejê de birîndar bûne. Televîzyonen Îranê jî radigihînin ku li 43 gundan hilweşandin heye.