Ji gelek welat û derdoran mêvan beşdarî kongreya HDP'ê bûn 2020-02-23 13:22:02 ENQERE – Ji hundirê welat û ji derveyî welat peyamên piştevaniya ji bo kongreya HDP’ê hatin şandin. Alî Babacan ê ji AKP’ê veqetiya û dixwaze partiyek nû ava bike jî peyam şand kongreyê. Şandeyek Partiya Pêşerojê jî beşdarî kongreyê bû.  Di 4’emîn Kongreya Asayî ya HDP’ê de peyam û nameyên mêvanan û axaftina mêvanan jî hatin xwendin. Ji 28 welatên cîhanê nûner beşdar bûn û yên beşdar nebûn jî peyam şandin. Li Tirkiyê jî gelek aliyên siyasî, rêxistinên sivîl û rewşenbîr beşdarî kongreyê bûn.    Hevserokên KCD’ê Leyla Guven û Berdan Ozturk, Hevberdevkên HDK’ê Îdîl Ûgûrlû û Sedat Şengolû, Hevserokên Giştî yên DBP’ê Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir, Serokê Giştî yê KKP’ê Sînan Çîftyurek, rêveber û nûnerên partiyên Kurdistanî, Seroka Giştî ya EMEP’ê Selma Gurkan, Hevserok û serokên gelek partiyên çep ên pêkahetyên HDP’ê, Seroka Giştî ya DÎSK’ê Arzû Çerkezoglû, Hevserokê KESK’ê Mehmet Bozgeyik, Hevserokê Gitşî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan, û nûnerên gelek partiyan beşdarî kongreyê bûn.   Rewşenbîrên wek Ahmet Tellî, Oya Baydar û Fîkret Başkaya û gelek rewşenbîrên din di nava kongreyê de cihên xwe girtin.    Malbatên Roboskî, malbata Mehmet Tûnç, malbata Mehmet Yavûzel, Lîsa Çalan, birayê Ocalan, Mehmet Ocalan, malbatên Fîgen Yuksekdag, Orhan Dogan, Sêvê Demîr, Ayten Becet, Zulkuf Gezen jî tevlî kongreyêbûn. Parêzer û rêveberên TUHAD- FED, OHD û Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, ÇHD’ê jÂi beşdar bûn.    TIFAQA KURDISTANÎ BEŞDAR BÛ    Ji partiyên tifaqa Kurdistanî Serokê Giştî yê Partiya Însan û Azadiyê Mehmet Kamaç û endamên DDKD’ê jî beşdar bûn.    BABACAN PEYAM ŞAND    Şandeyek CHP’ê û Partiya Pêşerojê jî beşdarî kongreyê bûn. Lê her çiqas Partiya ÎYÎ hat vexwendin jî kes ji wê beşdar nebû. Ji sazûmankarê AKP’ê Alî Babacan ku ji AKP’ê veqetiya û niha di hewldana avakirina partiyek nû de jî peyam şand kongreya HDP’ê û kongreyê silav û pîroz kir.    PIŞTEVANIYA ENTERNASYONALÎST    Nûner û kesayetên ji welatên derve nikaribûn beşdarî kongreyê bibin payemên wan hatin xwendin.    Cîgirê Hevserokên Giştî yên HDP’ê Hişyar Ozsoy ê ji Karê Derve berpirsiyar e navên beşdarên kongreyê yên enternasyolîst xwend. Girseyê ji xwendina navan re li çepikanda.