Kongreya HDP’ê dest pê kir: Wê bibe kongreya hêvî û yekîtiyê 2020-02-23 11:18:35 ENQERE – 4’emîn Kongreya Asayî ya HDP’ê dest pê kir. Ji bo Hevserokatiya Dîwanê parlamenter Ruştû Tiryakî û Tulay Hatiogullari hatin bijartin. Di kongreyê de hat destnîşankirin ku dê ev kongre bibe kongreya hêvî û yekîtiyê.  Li Enqereyê 4’emîn Kongreya Asayî ya Mezin a HDP’ê li Eywana Sporê ya Arenayê pêk tê. Kongreyê dest pÂe kir. Beriya bijartina dîwanê axaftina vekirinê Cîgirê Hevserokên Giştî yên HDP’ê Azad Bariş kir. Bariş got: “Îro em hevdîtinek pir watedar pêk tînin. Wê ev kongreya me ji her kesî re bibe bersivek xurt. Em silavê xwe ji her aliyê Kurdistan, Tirkiyê û cîhanê re dişînin. Em carek din hemû hevrêyÂen xwe silav dikin. Em soz didin we dê HDP bi ser bikeve û gel biser bikevin.”    Piştî axaftina Bariş, ji bo kongreyê dîwan hat bijartin. Ji bo hevserokatiya dîwanê parlamenterê HDP’ê yê Êlihê Mehmet Ruştu Tirkyakî û Parlmantera HDP’ê ya Edeneyê Tulay Hatimogûllari hatin bijartin.    Tiryakî û Hatimogûllari axivîn û gotin: “Em kongreya xwe di serdemek ku hemû azadiyên me û mafên mirovan bûne kangren pêk tînin. Feqîrî zêde dibe. Tundiya li dijî jinan zêde dibe. Di pirgirêka kurd de bêçareserkirin û tundrewî zêde dibe. Vê zîhniyeta ku pirsa kurd çareser nake, li dijî Iraq û Sûriyê şer daye destpÂekirin û şer ji bo gelan rewa dibîne. Em wek gelan ne bêçare ne. Çare di hêza demokrasiyê û di yekîtiya wan de ye. Hêz di sînerjiya ku bi afirîne de ye.   Silav ji berxwedêrên li Îmraliyê, Kandira û Edîrneyê û hemû berxwedêrên li zîndanên li welat re. Silav û hezar silav li we.   Kongreya me wê hêvî û yekîtiyê bi xwe re bîne.”   Di kongreyê de ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz hat girtin.    Kongre bi axaftina Hevserokên Giştî yên HDP’ê Sezaî Temellî û Pervîn Bûldan didome.    Hezar û 18 heb delegeyên tomarkirî yên HDP’ê hene. Delege rojek berê hatin Enqereyê. Wê îro di kongreyê de Hevserokên Giştî yên HDP’ê û rêveberiya wê were bijartin.