Xelk ji çar aliyên Tirkiyê diherikin kongreya HDP’ê 2020-02-23 09:55:17 ENQERE – Ji seatên serê sibehê ve welatî diherikin 4’emîn Kongreya Asayî ya HDP’ê. Ji niha ve eywana kongreyê tije bûye û li derve li ber deriyên eywanê xelk ketiye dorê. Tê payîn 30 hezar beşdarî kongreyê bibe.  Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) îro 4’emîn Kongreya xwe ya Asayî li Eywana Sporê ya Arena Enqereyê li dar dixe. Ji berbanga sibehê ve welatî li ber eywana kongreyê kom bûye. Ji çar aliyê Tirkiyê welatî û HDP’yî hatin kongreyê û tê payîn 30 hezar beşdarî kongreyê bibe. Tê gotin xelk bi 600 otobusên mezin û bi sedan wesayît hatine kongreyê.    Eywana kongreyê ji niha ve tije bûye. Di têketinên eywanê de welatî li ber deriyan ketiye dorê. Welatî di sê deriyan de piştî lêgerîna polîsan derbasî hundir dibin. Polîsan di lêgerînê de nehişt ku welatî çente, alavên wek şarj, heste (çaqmak) û tiştên din derbasî hundir bike.   Welatî bi kelecan û kêfxweşiyek mezin derbasî hundir dibin û bi hezaran welatî derbasî cih3e xwe dibin. Bi hezaran jinên beşdarî kongreyê bûn bi cil û flamayên xwe yên reng û regn eywanê xemilandin.    Bi hezaran welatî li eywanê li gel berzkirina dirûşman û lîlandinê govend digerînin. Dirûşmên wek “Bi berxwedanê em ê bi ser bikevn”, “Jiyan jiyan azadî” û “Bê Serok jiyan nabe” tên berzkirin.    28 WELATAN BEŞDARÎ HEYE    Ji welatên wek di serî de Tûnûs, Filîstin, Urdun, Fas, Kibris, Swêd, Şerîa Rojava, Fransa, Galiçya, Elmanya, Avusturalya, Lubnan, Yewnanîstan, Bask, Misir, Îtalya, Katalonya, Danîmarka, Norveç, Îngilîstan, Îskoçya, Portekîz, Fînlandiya, Swîsre, Îspanya, Ermenîstan û Iraq û ve Iraq ji 28 welatên cuda mêvan beşdarî kongreyê bûne.     Ji 30 kesî zêdetir nûnerên partiyan û tevgeran û ji gelek welatên Rojhilata Navîn nûnerên rêxistinên jinan beşdarî kongreyê bûn.    Serokê Koma Çep a Yekgirtî ya Meclîsa Parlamenter a Konseya Ewropa Tîny Kox, Seroka Tifaqa Azad a Ewropayê Lorena Lopez de Lacalle, Sekreterê Giştî yê Partiya Sosyalîstan a Ewropayê Giacomo Filibeck, Endamê Koma Sosyalîst û Demokratan a Parlamentoya Ewropayê Nikos Androulakis jî beşdarî kongreyê bûn.    BALÊ DIKIŞÎNIN SER TECRÎTÊ    Di kongreyê de ji saetên serê sibê ve bertekên li dijî tecrîtkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bilind dibin. Pankarta “Dawî li tecrîtê bînin” li eywanê hat daliqandin û ji bo Ocalan dirûşm tên berzkirin.