Topûz xelata xwe diyarî Kadrî Bagdû kir 2020-02-22 23:36:18     NAVENDA NÛÇEYAN - 8'emîn Xelatên Çapemenî, Huner û Piştevniyê yên Malên Gel hatin belavkirin. Di xelatdayînê de Gazete Dûvarê jî xelata piştevaniyê wergirt. Gerînendeyê Weşana Giştî yê Gazete Dûvarê Alî Dûran Topûz xelata xwe diyarî Kadrî Bagdû kir ku Bagdû gava li Edeneyê Rojnameya Azadiya Welat belav dikir hatibû kuştin.    8'emîn Xelatên Çapemenî, Huner, Piştevaniyê yên Malên Gel îsal jî bi têmaya "li dû heqîqetê" hatin belavkirin. Merasîma xelatdayînê li daîreya Marbirînê ya Şaredariya kadikoyê hat lidarxistin.    Îsal xelata piştevaniyê dan Dayikên Şemiyê, lêkolîner-rojnamevan Çîgdem Toker, Alî Dûran Topûz, lîstikvan Julîde Kûral, Komîsyona Edaletê ya ji bo Şûle Çet, Malbatên Doza Komkujiya Qezaya Trênê ya Çorlûyê, Bulent Şik, Nobeta Edeletê, Selçûk Mizrakli, Bulent Ûtkû, Komeleya Aştî û Piştevaniyê ya 10'ê Cotmehê, Înîsyatîfa Malbatên Pirsûsê, Çîgdem Toker, Mucella Yapici û Berkay Ateş.   Di merasîma xelatdayînê de Gerînendeyê Weşana Giştî yê Gazete Dûvarê Alî Dûran Topûz xelata xwe diyarî Kadrî Bagdû kir ku Bagdû gava li Edeneyê Rojnameya Azadiya Welat belav dikir hatibû kuştin.