Ji bo piştgiriya Koma Yorûm dest bi greva birçîbûnê ya bidorê kirin 2020-02-22 16:48:11 STENBOL – Hunermend û rewşenbîran bi armanca piştgirî dayîna endamên Koma Yorûm ên di rojiya mirinê dene, dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bi dorveger kirin. Dest pê kê hunermend Pinar Aydinlar dest bi grev birçîbûnê kir.  Hin hunermend û rewşenbîran, bi armanca piştgirî dayîna endamên Koma Yorûm ên di çalakiya rojiya mirinê dene, ketin nava liv û tevgerê. Hunermend û ronakbîran di vê çarçoveyê de dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya rojekê ku wê bi dorê bigirin, kirin. Hunermend Pinar Aydinlar, ewil dest bi greva birçîbûnê kir.    Aydinlar, ligel endama Koma Yorûm Helîn Bolek a 247 rojin di çalakiya rojiya mirinê deye, dest bi greva birçîbûnê ya rojekê kir.  Hunermend Pinar Aydinlar, diyar kir ku hunermendên şoreşger divê xwedî Koma Yorûm derkevin û hemû kes piştgiriyê bidin wan.    Sibe wê nivîskar Temel Demîrer greva birçîbûnê ya dorveger dewr bigre.