9 xwendekar hatin berdan 2020-02-22 16:27:49 STENBOL - Xwendekarên zanîngehê yên xwestin ku întîharên xwendekaran li Kadikoyê şermezar bikin û hatibûn binçavkirin, hatin berdan.    9 xwendekarên zanîngehê, derbarê întîhara xwendekarê Fakulteya Ragihandin a Zanîngeha Stenbolê Hakan Taşdemîr de, duh bi şev xwestin li Kadikoyê daxuyanî bibin çapemeniyê. Lê polîsan destûr nedabû xwendekaran û ew binçav kiribûn. 9 xwendekarên lêpirsîna wan li Miduriyeta Polîsan bi dawî bûn, sewqî Edliya Anadolû ya li Kartalê hatin kirin. Li vê derê îfadeyên xwendekaran hatin girtin û dûre hatin berdan.