‘Mekanîzmaya dewletê têk çûye’ 2020-02-22 15:39:08 AMED - Parlamenterê HDP’ê yê Kocaelî Omer Farûk Gergerlîoglû, diyar kir ku mekanizmaya dewletê bi giştî têk çûye.    Şaxa Sendîkaya Kedkarên Buroyê (BES) a Amedê, 9’emîn Kongreya xwe ya Asayî li Şaxa Hejmara 1 a Egîtîm Senê li dar xist. Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, Parlamenterê HDP’ê yê Kocaelî Omer Farûk Gergerlîoglû, Seroka CHP’ê ya Amedê Gonul Ozel, rêveberên rêxistinên civaka sîvîl û BES’ê beşdarî kongreyê bûn.    ‘LI HOLÊ DEWLET NE MAYE’   Parlamenter Gergerlîoglû di kongreyê de axivî û diyar kir ku Tirkiye serdema xwe ya herî xerab dijî. Gergerlîoglû, da zanîn ku mekanîzmayên dewletê bi giştî têk çûne û wiha got: “Em bi findan li 12’yê Îlonê digerin. Ji ber ku li holê mekanîzmayekê dewletê ne maye. Dest ji dewleta hiqûqî berdin, tew li holê dewlet nemaye. Lê divê em vê rewşê biguherînin.”    ‘GER MIJAR DIBE KURD Û JIN ZILM 3 QAT ZÊDETIR DIBE’   Hevseroka KCD’ê Leyla Guven jî, di axaftina kir de bal kişand ser zextên li ser kurdî. Guven, anî ziman ku divê hemû kes fêrî kurdî bibe û wiha bilêv kir: “Li vî welatî, kurd ji ber kurdiniya xwe du caran rastî zilmê tên. Dema hûn hem jin bin û hem jî kurd bin, vê carê hûn 3 caran rastî zilmê tên. Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, modela demokratîk a pir çandî pêş xist. Ji ber vê yekê em perspektîfên Birêz Ocalan girîng dibîn in. Herî zêde ji bo erdnîgariya Rojhilata navîn projeyên wî hene. Ji ber vê yekê bi tecrîdê hewl didin dengê wê kêm bikin.”   ‘EMÊ DI NAVA HEVKARIYÊ DIBIN’   Seroka CHP’ê ya Amedê Gonul Ozel jî, diyar kir ku ew ê ji bo Amed û gelê wê, dê bi hemû qadan re di nava hevkariyê debin.