Guven: Hûn nikarin 50 mîlyon mirov 'terorîst' îlan bikin 2020-02-22 14:03:49 AMED - Hevseroka KCD'e Leyla Guven, diyar kir ku îqtîdara AKP'ê hemû kesên li dijî xwe wekî “terorist” îlam dike û wiha got: "Hûn nikarin 50 milyon mirov 'terorîst' îlan bikin.    Şaxa Odeya Endezyarên Înşaetê (ÎMO) ya Amedê 24'emîn Liijneya Giştî li avahiya xwe pêk anî. Di civîna lijneyê de Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, Seroka CHP'ê ya Amedê Gonul Ozel û nûnerên rêxistinên civakî amade bûn.  Ewil Serokê Şaxa ÎMO Murat Demîr, diyar kir ku bi têkoşîn û kedek mezin hatine van rojan û wiha got: “Bi vê pergala Serokatiyê ya Îqtîdara AKP'ê odeyên me yên pîşeyî û gelê me zerarek mezin dîtine. Ev îqtîdara ku di şer de israr dike, destkeftiyên gel ji bo xwe talûke dibîne. Îqtîdara AKP'ê êrîşên li dijî Rojava berdewam dike. Lê em dibêjin şer ne çareserî ye. Em Cihan Can ê polîsan bi maşîna zirxî ew kuşt û Mansur Soker ê di êrîşê de jiyana xwe ji dest dan bibîr tînin."    Hevseroka KCD'ê Leyla Guven jî anî ziman ku li Tirkiyeyê her ku diçe pirsgirêka civakî zêde dibe û wiha got: "Bi desetê pergal û feraseta mêrê serdest jin her roj tên kuştin. Dîsa civak bi betalî û xizaniyê re rû bi rû ye. Ev pirsgirêkên civakî yên rû didin yek bi yek hişyariyê didin. Hemû qeyran û bûyerên pêk tên ji neçareseriya pirsgirêka Kurd ne serbixwe ye. Heta ku pirsgirêka Kurd neyê çareserkirin pirsgirêkên din jî çareser nabin. Hûn nikarin 50 milyon mirov wekî terorist îlan bikin. Tiştekî wiha ne pêkan e. Em hene. Ziman û nasnameya me heye. Em Kurd in. Navê axa me Kurdistan e. Lê îqtîdar hemû kesên ne ji wan wekî terorist îlan dike. Xaniyê mirovan bi ser serê wan de xera dikin. Kî li dijî vê îqtîdarê îtîraz dike wan wekî terorîst îlan dikin. Li vî welatî akademisyen, rojnameger, jin, endezyar, tev bûne ‘terorist’. Lê hemû cîhan dizane terorîst kî ye. Terorist kesên di jêrzemînên Cizîrê de ev mirov şewitandin in. Yên Dayika Taybet kuştin û bedena wê ya bê  ruh heft roj û heft şevan li kolanê hiştin in.    'BÊ JIN JIYAN NABE'    Guven, herî dawî bal kişand ser rol û rista jinê û zimanê Kurdî û wiha bi dawî kir: "Ger ku zimanê Kurdî heta  îro hatibe rol û rista jina Kurd pir zêde ye. Bi xêra dayikên Kurd heta îro Kurdî zindî maye. Çima di nava xebağtan de hêjmara jinê kêm e. Divê dîwan bê jin neyên avakirin. Niha li Rojava Şoreş pêş dikeve. Pêşengê vê şoreşê jin in. Ev der jî Amed e. Çima li odeyê hêjmara jinan kêm e. Ji ber vê yekê divê em têkoşîna xwe mezintir bikin. Bê jinan rizgarî û jiyan nabe."